Gerîlayekî Ereb ê HPGê li Avaşînê canê xwe ji dest da

24-04-2022
RÛDAW
Nîşan PKK Operasyona Pence-Kilîl Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HPGê diyar kir ku di operasyona ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) yên bi navê “Pence-Kilîl” li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan ji bejahî û hewayê di nav xaka Herêma Kurdistanê destpêkirî de endamekî wan ê Ereb canê xwe ji dest daye.

Baskê serbazî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 18ê Nîsanê de li herêma Avaşînê di operasyona bi navê “Pence-Kilîl” de endamekî wan canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku endamê HPGê yê canê xwe ji dest daye Hazim Alî El Nofel ê li Cezaa yê ji dayik bûye ku bi navê kod "Fedayî Kobanî" ye.

Navenda Ragihandinê ya HPGê her wiha têkildarî operasyonê ragihand ku di şerê duh de 29 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 3 helîkopter jî hatine derbkirin.

HPGê têkildarî şer û pevçûnên 22ê Nîsanê yên li herêmên Zap û Avaşîn-Basyanê jî diyar kiribû ku şer li herêma Werxêlê ya Avaşînê giran bûye û li Zapê bi giştî 29 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 10 serbaz jî birîndar bûne û di vê heyamê de 2 êrîş û helîkoptereke bi tîpa Skorsky hatine derbkirin û firokeyeke bêmirov hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku Gare, Metîna û Xakurk bi firokeyên şer û herêma Metîna jî bi topên obusê hatiye bombebarankirin.

Duh Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) jî ragihandibû ku di şer û bombebarana li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê de 11 PKKyiyan canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya MSBê de hat ragihandin ku ji destpêka operasyonê heta niha 54 PKKyiyan canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst