48 sal di ser komkujiya Qeladizê re derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Di 24ê Nîsana sala 1974ê, firokeyên hikûmeta Bees, navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê bombebaran kirin. Di encamê de 134 hevwelatî şehîd bûn û 150 kes jî birîndar bûn.

Rayêdarên Herêma Kurdistanê jî derheqê 48emîn salvegera komkujiya Qeladizê de peyam dan.

Serok Mesûd Barzanî di salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê de bi rêya hesabê xwe Twitterê peyamek belav kir û diyar kir ku xelkê Qeladizê nîşan dan ku bi rastî îradeya gelê Kurdistanê ji mûşekên Napalm û siyaseta qirkirinê ya dijminan bihêztir e.

Di peyama xwe de Barzanî dibêje: “Bi boneya 48emîn salvegera êrîşa li ser Qeladizê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, silavên xwe pêşkêşî xelkê wî bajarî dikim, wan nîşan dan ku bi rastî îradeya gelê Kurdistanê ji mûşekên napalm û siyaseta tunekirinê ya dijminan bihêztir e.”

 

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê komkujiyê de peyamek belav kir û got ku ew şehîdên xwe bi rehmet û minnet bibîr tînin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Em bi rêzdarî, şehîdên Zanîngeha Silêmaniyê û hevwelatiyên xoşewîst ên Qeladizê bibîr tînin ku berî 48 salan îro 24.04.1974an di bombebarana hovane ya firokeyên cengê yên rejîma wê demê ya Iraqê de şehîd bûn. Silav li giyanê wan ê pak, dê ew her di bîra me de bin.”

 

 

Her derbarê vê komkujiyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ji hikûmeta Iraqê daxwaza qerebûkirina malbatên qurbaniyan kir.

Mesrûr Barzanî jî di peyam xwe de wiha got: “Em serê xwe li ber giyanê pak ê şehîdên bombebarana Qeladizê û gulebarana ser xwepêşandaneke sivîl ya ku ji aliyê rejîma Bees ve hate kirin, ditewînin. Em careke din ji Hikûmeta Iraqê dixwazin, kesên ku ji rejîma berê zirar dîtine qerebû bike.”

 

 

Komkujiya Qeladizê

Çend firokeyên hikûmeta Bees a Iraqê, 48 sal beriya niha, roja 24 Nîsana 1974an bombe biser navçeya Qeladizê de barandin. Di vê bombebaranê de 134 kes şehîd bûn û 150 kes jî birîndar bûn. Beşêk ji wan şehîdan, xwendevan û mamostayên zanîngeha Silêmaniyê bûn. Wê demê ji ber tirsa êrîşên rejîma Bees zanîngeh veguhestibûne Qeladizê. 

Rojî 24ê Nîsana 1982ê, dema salvegera komkujiya Qeladizê dihate bibîranîn, leşkerên hikûmeta Bees careke din êrîşê gel kirin û di van bûyeran de 2 jinên Kurd şehîd bûn, hejmareke hevwelatiyan jî birîndar bûn.

Hikûmeta Bees wê demê tenê bi komkujiya Qelazidê nesekinî. Di sala 1989ê de hemû nîştecihên vê navçeyê ji malên xwe derxist û xizte komelgehên naçarî. Herwiha navçeya Qeladizê bi erdê re kire ye. 

Niha li Qeladizê careke din jiyanê dest pê kiriye lê bandora wan bûyeran di dilê hevnîtimaniyan de maye. 

Qeladizê navenda navçeya Pişder e û ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye. Ji aliyê rojhilat ve hevsînorê Rojhilatê Kurdistanê ye.