Doza Malbata Şenyaşar: Birayê Parlamenterê AKPê û 3 kesên din hatin girtin

24-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Dadgeha Rihayê di doza Malbata Şenyaşar de birayê Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz jî di nav de 3 kesên din hatin girtin. Parêzerê malbatê dibêje: “Derbarê 43 kesên din de jî biryara desterserkirinê hatiye dayîn, lê ji ber biryara nihênî ya li ser dozê navên wan hemû kesan nayê zanîn.”

Piştî derabsbûna 4 salan di ser bûyera kuştina 3 endamên Malbata Şenyaşar re roja Şemiyê 23ê Nîsana 2022ê 9 kesên ku di çarçoveya lêkolîna doza wê malbatê de hatibûn destserkirin, li Dadgeha Rihayê hatin darizandin.

Di encama darizandina wan 9 kesan de Dadgeha Rihayê derbarê birayê Parlamenterê AK Partiyê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz, Celal Yildiz û 3 kesên din ên bi navên Muslum Yilidiz, Îbrahîm Şîmşek û Mîkaîl Şîmşek de biryara girtinê da. Dadgehê herwiha 5 kêsên din jî bi mercê kontrola dadî azad kirin.

Parêzerê malbata Şenyaşar Hidayet Enmek ragihand, ku di çarçoveya lêkolîna dozê de bo 43 kesên din jî biryara desteserkirinê hatiye dayîn, lê ji ber derbarê dozê de biryara nihênî heye, navê wan hemû kesan nayê zanîn.

Li navçeya Pirsûsê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û hîmayeyên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn. Kurekî Emîne Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjîna wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ev 410 roj in li ber Dadgeha Rihayê di Nobeda Edaletê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst