Li navçeya Pawe di rojekê de 7 kolber birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên sînor ên bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê di rojekê de heft kolberên xelkê bajarên Kamêran û Ciwanro bi teqeyên hêzên Îranê û ketina ji ser çiyan birîndar bûn.

Rêxistina Hengaw a Mafên Mirov belav kiriye ku roja Pêncşembê 21ê Nîsana 2022ê li sînorê Newsûd hêzên Îranê teqe li kolberan kirine û kolberekî xelkê Ciwanro û du kolberên xelkê Kamêran birîndar bûne.

Heman rojê Hêza Parastina Sînorê Îranê bi pey kolberan ketine û di dema revê de kolberekî xelkê Ciwanro û du kolberên xelkê Kamêran ji ser çiyê ketine xwarê û “dest û lingên wan şikestine.” Kolberekî din jî di dema revê de birîndar bûye. Di van demên dawî de li navçeyên sînor ên Newsûd teqekirina li kolberan zêde bûye.

Roja 17ê Nîsana 2022ê Hêzên Parastina Sînorên Îranê bi çifteyê teqe li hejmarek kolber kiribûn û nêzîka 12 kolber birîndar bûbûn. Du roj piştre jî du kolberên din ên xelkê Ciwanro dîsan li navçeya sînorê Newsûd hatin birîndarkirin, ku yekî ji wan rojek piştre canê xwe ji dest da.

Nûnerê Rêberê Îranê li Pawe û Hewraman Mela qadir Qadirî nerazîbûna xwe li beramber kuştin û birîndarkirina kolberan anî ziman û got: “Nabe her kesek nêzîkê sînor bibe, teqe lê were kirin.” Nûnerê Ciwanro û Hewraman li Parlamentoya Îranê Ariş Lihonî jî roja 20ê Nîsana 2022ê daxwaz ji Wezîrê Dadê û Wezîrê Navxwe kir ku “Bilez derbarê wê mijarê de lêkolînê bikin û rêkarên yasayî li beramber binpêkeran bên kirin.”