47 sal di ser komkujiya Qeladizê re derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Di 24ê Nîsana sala 1974ê, firokeyên hikûmeta Bees, navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê bombebaran kirin. Di encamê de 467 hevwelatî şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.  Rayêdarên Herêma Kurdistanê jî derheqê 47emîn salvegera komkujiya Qeladizê de peyam dan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê de peyamek belav kir û diyar kir: “Em serê rêzgirtinê li ber şehîdên karesata bombebarankirina Qeladizê ditewînin.”

Mesrûr Barzanî got: “Di salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê ya di 24ê Nîsana 1974an de ji aliyê rejîma dîktator a Beesê ve ku bûye sedema şehîd û birîndarbûna bi sedan kesên bêtawan ku beşeke wan a mezin xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê bûn, ku wê demê li Qeladizê bû.”

Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Herwiha di 24ê Nîsana 1982an de rejîma Beesê tawaneke din li hember wî bajarî encam daû xwepêşandanek gullebaran kir ku ji bo rêzgirtina li qurbaniyên bombebarana Qeladizê hatibû sazkirin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir û di peyama xwe de got: “Em îro wan sîvilênn ku di 24ê Nîsana sala 1974an de hatine şehîdkirin bi bîr tînin.Di encama wê êrîşa ku ji aliyê rêjima wê heyamê rejîma Baas ve hat lidarxistin de 123 kesên ku di nav de fermaber, akademîsyen, xwendekar, mamoste û zarok hebûn hatin qetilkirin û zêdetirî 400 kesan jî birîndar bûn. Em şehîdên xwe bi rehmet û minnet bibîr tînin.”

 

Serok Mesûd Barzanî jî derbarê komkujiyê de peyamek belav kir û got kir: “Îro 47emîn salvegera  bombebarankirina bajara Qeladizê ye ku di wê rojê de bi sedan sivîlên ku di nav wan de profesor, xwendekar hebûn hatin şehîdkirin.Ev sûcê kirêt destpêka kampanyaya rejîma berî niha bû.”

 

Çend firokeyên hikûmeta Bees a Iraqê, 43 sal beriya niha, roja 24 Nîsana 1974an  bombe biser navçeya Qeladizê de barandin. Di vê bombebaranê de 467 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn. Beşêk ji wan şehîdan, xwendevan û mamostayên zanîngeha Silêmaniyê bûn. Wê demê jiber tirsa êrîşên rejîma Bees zanîngeh veguhestibûne Qeladizê. 

Rojî 24ê Nîsana 1982ê, dema salvegera komkujiya Qeladizê dihate bibîranîn, leşkerên hikûmeta Bees careke din êrîşê gel kirin û di van bûyeran de 2 jinên kurd şehîd bûn, hejmareke hevwelatiyan jî birîndar bûn.

Hikûmeta Bees wê demê tenê bi komkujiya Qelazidê nesekinî. Di sala 1989ê de hemû nîştecihên vê navçeyê ji malên xwe derxist û xizte komelgehên naçarî. Herwiha navçeya Qeladizê bi erdê re kire ye. 

Niha li Qeladizê careke din jiyanê dest pê kiriye lê bandora wan bûyeran di dilê hevnîtimaniyan de maye. 

Qeladizê navenda navçeya Pişder e û ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye. Ji aliyê rojhilat ve hevsînorê Rojhilatê Kurdistanê ye.