Hewlêr (Rûdaw) - Demijmêr 10ê sibehê agirbesta demkî a taxa Tey ya Qamişlo bidawî dibe, biryar e berya wê demê, Nûnerên Asayişa Rêveberya Xweser û Çekdarên Berevaniya Niştîmanî bi serperiştiya Rûsya li balefirgeha Qamişlo bicivin.
Nûçegihana Rûdawê li Qamişlo ragihand, ji bo diyarîkirina çarenivîsa taxa Tey ya bajarê Qamişlo, û rawestandina şerê li wê taxê nûnerên Asayişê û yên Çekdarên Berevaniya Niştîmanî li Balefirgeha Qamişlo bi serperiştiya Polîsên serbazî yên Rûsiyê bicivin.
Nûçegihana Rûdawê Vîvyan Fetah ragihand, demijmêr 10 şeva bûrî çekdarên Berevaniya Niştîmanî du top avêtin û li taxa Hilko ya Qamişlo ketin, ji ber ku li cihekî vala ket, ti ziyanên wê nebûn.
Aagirbesta rawestandina şer di anvbera Asayîşa Rêveberiya Xweser û hêzên bi navê Berevaniya Niştimanî de, ji duh demjimêr 7ê êvarê ketiye warê cîbicîkirinê de û , heta îro demijmêr 10ê sibehê berdewam be.
Ev çend roj in, ku şer û pevçûn di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û çekdarên Berevaniya Niştîmanî de li taxa Tey ya Qamişlo berdewam bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse