Ji 41 endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê tenê 12 kes ji bo civînê amade bûn

24-04-2019
RÛDAW
Civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji ber amadenebûna piraniya endamên encûmenê nehat kirin
Civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji ber amadenebûna piraniya endamên encûmenê nehat kirin
Nîşan Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Civîn
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Taxa Penca Elî ya Kerkûkê, yek ji taxên bê xizmetguzarî tê nasîn, nêzîkî pênc sal e av û elektrîk û cadeyên wan tine ne. Di demekê de ku niştecihên wê taxê û xelkê Kerkûkê li benda wê yekê bûn ku budceya xizmetguzariyan were pesendkirin, civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji ber amadenebûna piraniya endamên encûmenê nehat kirin.

 

Niştecihên taxa Penca Elî ya Kerkûkê ji ber xiranbiya cadeyan çendîn car serlêdana saziyên hikûmetê kirine, herî dawî wan bi xwe beşeke taxa xwe çêkirine, niha jî ji ber ku budce heye, li benda qîrkirina cadeyên xwe ne.

 

Niştecihê taxa Penca Elî, Bekir Ehmed dibêje: “Me serlêdana şaredariyê kir û biryar bû ji 2013an heta 2014an were çêkirin, piştre DAIŞ hat û gotin budce tine, bi neçarî me bi xwe kolanên xwe çêkir. Min bi xwe nêzîkî 500 hezar dînar (derdora 416 dolar) da ji bo ku kolana xwe çêkim.”

 

Biryar bû duh (23-04-2019) li nav Encûmena Parêzgeha Kerkûkê xerckirina 64 milyon dolar ji budceya Kerkûkê were pesendkirin, lê ji ber amadenebûna rêjeya yasayî ya endamên encûmenê, civîn bo hefteya bê hat paşxistin û Fraksiyona Birayetî diyar kir ku sedema paşxistinê fraksiyonên Erebî û Tirkmenî yên li nav encûmenê ye.

 

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî dibêje: “Îro UNAMI hate Kerkûkê û civîna wan hebû li gel wan û nehatin civîna encûmenê, ev bandorê li ser Kerkûkê dike, wê demê îdare dibêje ev encûmen têk çûye û divê were rakirin, piştre bi kêfa xwe budceyê xerc dikin.”

 

Hevdem li gel civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, herdû fraksiyonên Erebî û Tirkmenî li gel şandeke UNAMI di civînê de bûn, ev di demekê de ye ku du hefte berê wextê civîna encûmenê hatibû ragihandin.

 

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Burhan Mezher Asî dibêje: “Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza pêkhateya Ereb hatine Kerkûkê û em li ser komîsyonê axivîn. Me ji birayên me yên Kurd û Tirkmen re got ku civînê saet û nîvek paş bixin, dema em hatin bi dawî bûbû, em civînê têk nabin û neaxivin jî, em hêvî dikin ku vê yekê mezin nekin û pirsgirêk dernexin.”

 

Her çiqas rêkeftina pêşwext hatibû kirin jî ji bo temamkirina rêjeya yasayî, ji 41 endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, tenê 12 endam amade bûn, vê jî wisa kir ku cara sêyem e budce neyê pesendkirin û bimîne hefteya bê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst