Elî Xameneyî: Hewldanên dijminane dê bêbersiv nemînin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xameneyî tekîldarî biryara Amerîkayê ya li dijî hinardekirina petrol Îranê ragihand ku hewldanên dijminane dê bêbersiv nemînin. Elî Xameneyî herwiha got ku  pêwîstiya Îranê çiqas hinardekirina petrolê hebe ew dê hinarde bikin, hewldanên Amerîkayê yên dixwaze petrola Îranê tune bike dê vala derkevin.

 

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xameneyî li Tehranê pêşwazî li hejmareke karker kir û derbarê biryara Amerîkayê ya bidawîbûna efûkirina welatan ji dorpêça li ser sektora petrola Îranê de daxuyanî da û got: “Em dê bi qasî pêwîst petrol hinarde bikin û hewldanên Amerîkayê de bê encam bimînin.”

 

Ayetullah Elî Xameneyî wiha axivî: “Hewldanên wan wê negihêjin tu encamê. Emê qasî hewcedariya xwe neftê hinarde bikin. Divê ew bizanibin ku hewldanên wan ên dijminane dê bê bersiv nemînin.”

 

Xameney anî ziman ku Amerîka dixwaze  Îranê li ber wan çok  vede û wiha pê de çû: "Xeyala wan ew e ku hinardekirina petrol Îranê bidin sekinandin, lê gelê me yê bihêz û rayedarên me yên hişyar eger baş bixebitin dê hemû astengiyan derbas bibin. Em çiqas kêm bi van cure firotinên neftê ve bên girêdan, em dê ewqas bên pîrozkirin ku ji bo me dê baştir be."

 

Cewad Zerîf: Biryara Tengava Hûrmîzê di destê artêşê de ye


Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser pirsa “gelo Amerîka dê li dijî petrol Îranê Tengava Hûrmîzê bide girtin?” wiha got: “Ez li ser bijardeyên leşkerî nêrîna xwe nabêjim. Di vê mijarê de divê artêşa me biryarê bide.”

 

Mihemed Cewad Zerîf herwiha got: “Me gotiye ku Îran dê li herêmê aramî û berjewendiyên xwe biparêze. Divê aramî û geşêdanên aborî yên herêmî ji bo her aliyan be.”

 

Amerîkayê roja duşemê daxuyaniyek dabû û gotibû Tirkiye jî di nav de ji bo 8 welatên ji sizayên petrola Îranê hatine efûkirin dê mafê efûkirinê yê nû neyê dayîn.