43 sal biser komkujiya Qeladizê re derbas bûn

Silêmanî (Rûdaw) – Di 24ê Nîsana sala 1974ê, firokeyên hikûmeta Bees, navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê bombebaran kirin. Di encamê de 467 hevwelatî şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.

 

43 sal beriya niha, roja 24-4-1974ê, çend firokeyên hikûmeta Bees a Iraqê, bombe biser navçeya Qeladizê de barandin. Di vê bombebaranê de 467 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn. Beşêk ji wan şehîdan, xwendevan û mamostayên zanîngeha Silêmaniyê bûn. Wê demê jiber tirsa êrîşên rejîma Bees zanîngeh veguhestibûne Qeladizê.

 

Rojî 24ê Nîsana 1982ê, dema salvegera komkujiya Qeladizê dihate bibîranîn, leşkerên hikûmeta Bees careke din êrîşê gel kirin û di van bûyeran de 2 jinên kurd şehîd bûn, hejmareke hevwelatiyan jî birîndar bûn.

Hikûmeta Bees wê demê tenê bi kokkujiya Qelazidê nesekinî. Di sala 1989ê de hemû nîştecihên vê navçeyê ji malên xwe derxist û xizte komelgehên naçarî. Herwiha navçeya Qeladizê bi erdê re kire ye.

 

Niha li Qeladizê careke din jiyanê dest pê kiriye lê bandora wan bûyeran di dilê hevnîtimaniyan de maye.

 

Qeladizê navenda navçeya Pişder e û ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye. ji aliyê rojhilat ve hevsînorê Rojhilatê Kurdistanê ye.