Bombebarana Qeladizê - Barzanî peyam da

24-04-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Barzanî Qeladizê Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê de daxuyaniyek belav kir û bajarê Qeladizê weke “sembola berxwedanê û îradeya bilinda kurdayetiyê” bi nav kir.

 

Îro 24ê Nîsanê salvegera êrişa hewayî ya firokeyên Artêşa Iraqê bo ser bajarê Qeladizê û bombebarankirina vî bajarê Başûrê Kurdistanê ye.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê û bîranîna şehîdên wê êrişê, peyamek li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir.

 

Barzanî di peyama xwe de wiha dibêje: “Di salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de, di 24/04/1974 de em silavan ji bo canê pakê şehîdên wê karesatê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn.”

 

Barzanî di peyama xwe de behsa taybetmendiya bajarê Qeladizê di tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de dike û dibêje: “Qeladizê sembola berxwedan û îradeya bilinda Kurdayetiyê ye. Dijmin xwest bi bombebarankirin û paşê jî bi wêrankirina Qeladizê û veguhestina xelkê wê, îradeya xelkê Qeladizê bişkîne û jiyan û şoreşgeriyê li wê deverê nehêle, lê belê xelkê Qeladizê bi jiyan û avedankirinê rûbirûyê dijmin bûn, îradeya jiyandostî û avedaniyê li ser kavilkariyê de serket. Silav li xweragirî û qehremaniya xelkê serbilindê Qeladizê be.”

 

43 sal berî niha û di serdema rejîma Beis de, çend firokeyên şer ên Artêşa Iraqê bajarê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê ku ji bo wî bajarî hatibû veguhastin, bi giranî bombebaran kirin.

 

Di encama wê bombebaranê de, 467 hebwelatiyên sivîl ên Kurd şehîd û birîndar bûbûn, ku beşek ji wan xwandekar û mamostayên zanîngeha Silêmaniyê bûn.

 

Roja 24ê Nîsana 1982 dema ku xelkê Qeldizê merasîmek ji bo bîranîna qurbaniyên bombebarana Qeladizê birêve dibirin, careke din ratsî êrişa Artêşa Iraqê hatin û di encamê de 2 jin şehîd bûbûn û hejmarek hevwelatî jî birîndar bûbûn

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst