Galeriya wêneyan

24-04-2016
20 Photos
RÛDAW

Kerkûk (Rûdaw) – Îro Hêza Reş ku yekîneyeke taybet a Hêza Pêşmerge ye, bo kontrolkirina rewşa şer gihîşt nav bajêrê Xurmatuyê.

 

Îro yekşemî piştî nîvro û berî ku agirbest were îlankirin, û ligel girantirbûna şerê navbera Hêzên Pêşmerge û Milîsên Şîe, Hêza Reş a Pêşmerge ku ser bi Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ye, bi çekên giran ê bi top û tankan ber bi Xurmatuyê ketin rê.

 

Hêza Reş piştî demekê gihîşt nav bajêrê Xurmatu û bo piştevaniya Hêzên Pêşmerge yên li nav Xurmatuyê li çend cihan bicih bû.

 

Ji saet 23:40 şeva borî 23ê Nîsanê li navçeya Xurmatuyê di navbera çend xortên Kurd û hejmarek milîsên Heşda Şeibî e şer derket û piştre şer mezin bû û şer derbasî şerê kolan bi kolan bû. Piştre Hêzên Pêşmerge yên li Xurmatuyê destwerdan di şer de kirin.

Di encama pevûnên ji duh şev v eheya îro piştî nîvro de, 5 pêşmerge şehîd bûn û 5 pêşmerge û 2 karmendên Asayişa Xurmatu jî birîndar bûn. Herwiha di şer de 12 milîsên Şîe jî hatin kuştin û çend milîsên din jî birîndar bûn.

Di encama pevçûnan de herwiha 2 welatiyên sivîl jî şehîd ketin û 21 welatiyên din jî birîndar bûn.