Li Xurmatu pevçûn: Fermandarê Pêşmerge şehîd bû

Xurmatu (Rûdaw) – Li navçeya Xurmatû ya Selahedînê di navbera milîsên şîe yên Heşdî Şeibî û Hêzên Pêşmerge de pavçûn derket û di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûn û 8 çekdarên çekdarên Heşdî Şeibî hatine kuştin.

Li gor agahiyan Rûdawê ji duh şev seat 23.30 navbera milîsên Heşdî Şeibî û Hêzên Pêşmerge de şerî dest pê kiriye û heya niha jî didome.

Sedema derketina vî şerî jî ew bû ku heşda Şehbî narîncokek avêtibûn ber mala kesayetîyeke kurd li Xurmatû.

Şer li derdora mala Goran Gewher derket dema ku dixwest bizanbe ji ber ço narîncok avîtine ber mala wî û derbasî kolanan jî bûye.

Herwiha çend milîsên Heşdî Şeibî hatine kuştin ş hejmareke din jî birîndar bûne.

 Ji destpêka şerê li dijî DAIŞê, milîsên Heşdî Şeibî bo Xurmatû hatine şandin û ji dema hatina wan û heya niha bi awayekî berdewam pirsgirêk çêbûne û çend caran di navbera wan û Pêşmerge de şer derketiye.

Peymanêrê Rûdawê Hîwa Husamedîn li Xurmatû ragihand ku heta niha dengê teqe û fîşekan tê bihîstin, rêya sereke di navbera Bexda û Hewlêrê de bi temamî hatîye girtin û dû bereyî durust bûye.

Li gora rêvebirê asayîşa Xurmatû pêşmergeyan bereya alîyê qaymeqamiya Xurmatû girtine û Heşdî Şeibî jî sengerê jêrê pêşmergeyan girtine ji ber ku piraniya mal û dezgehên wan yên hizbî li wê derdorê ne.

Di derbarê rewş û amadekariyên hêzên pêşmerge de Hîwa Husamedîn ragihand ku niha liveke bi hêz heye ji aliyê Hêzên Pêşmerge, bi tank û çekên giran û berê xwe dane nav bereya saylo ya ku di bin destê pêşmerge de ye.

Di encama pevçûnê de 4 pêşmerge û yek ji fermandarên Pêşmerge li wê deverên şehîd bûn.

Herwiha hate ragihandin ku 8 endamên Heşdî Şeibî jî hatine kuştin.