Altan Tan: Pêwîste hevserokên şaredariyên BDP jî derbasî HDP bibin

24-04-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Perlemeterê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) yê Amedê Altan Tan ragihand ku, eger HDPê dixwaze biserkeve, pêwîste nivî endamên wê ji kesên oldar bin, ji ber piraniya civaka Kurdistanê û Tirkiyê oldarin.

Tan ji çapemeniyê re axifî û got, herçend AKP xwest bibe partiya partiya hemû gel û pêkhatên li Tirkiyê lê ebû, ji ber wê jî eger HDP dixwaze bibe partiya herî mezin di opozîsyonê de, divê nûnertiya hemû pêkhatiyên Tirkiyê, Misilman, Ewlewî, Kurd, Ereb, Ermenî, û demkratxwazan bike.

Altan Tan diyar kir ku, tişt nabe kunavê BDPê bê guhartin, lê divê ne tenê perlementerên BDP tevlî HDP bibin, lê pêwîste hevserokên şaredariyan jî tevlî HDPê bibin.

Perlementerê BDP yê Amedê anî ziman ku,eger BDP dimîne ji bo ku KCK di riya wê de siyasetê bike, bila wiha bibe ku PKK bi navê xwe rasterast li Tirkiyê siyasetê bike, ji ber wê jî eger rast Tirkiyê dixwaze ji pirsgirêkan xilas bibe û bibe dewleteke demokratîk, pêwîste rêberê PKKê Abdula Ocalan ji girtîngehê derbikeve, û bi awayekî aşkere siyasetê bike, û herwiha kesên li Qendîlê jî.

Altan Tan da zanîn ku, di hilbijartinên 2011an de, wan ji sedî 15 zêdebûnê dengan anîn, lê ji ber ku bi awayekî îdolojîk û çepgir nîzîkî siyasetê bûn, û ji ber ku diruşma Xweseriya Demokratîk dê ava bikin, ku ewqas cî negirt, tenê ji sedî 5 vebûn çêbû, û nîvî dengên kurdan ji AKPê re çûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst