Pêncwênî, li ser navê Ocalan:Bila Mesûd Barzanî bibe serokê Kongreya Neteweyî
PKK doza civînê dike
Nûtirîn dîdara navbera Nêçîrvan Barzanî û Heme Emîn Pêncêwnî di van çend rojên borî de pêk hat. Navborî doz li Nêçîrvan Barzanî kir ku di van nêzîkan de ligel PKKê bicivin, ku wek ew dibêje ev ne yekem car e ji bo vê mebestê Nêçîrvan Barzanî dîtibe: “Biraderên PKKê berê ji min re gotin ku ji Nêçîrvan Barzanî re bêjim, ew her demê amade ne ligel serkirdayetiya PDKê bicivin, ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûrî (PDK-S) bi heman awayî. Nêrîna Nêçîrvan jî erênî bû.”
Navborî dibêje berê jî rûniştinên van herdu aliyan hebûn, hinek caran gihiştine encamê û hinek caran jî nakokiyên wan weke xwe mane û got: “Dîtina min a dawî ligel Nêçîrvan li ser pêşniyara min û agahdariya PKKê bû.”
“Fifty fifty li Rojava bi ser nakeve”
PDK, PYDya nêzîkî PKKê tawanbar dike ku ew bi awayekî tekalî Rojava birêvedibe û rê nade patiyên din ku tevlî proseya siyasî bibin.
Bi baweriya Mihemed Emîn Pêncwênî, divê di rûniştinan de PDK û serkirdeyên PKKê pêşî li ser wê yekê li hev bikin ku wek qonaxa yekem êrişên medyayî li beramber hev rawestînin û dibêje: “Biraderên Rojava ku hevpeymaniya xwe di çarçoveya partiyekê de bi navê PDK-S dirust kirine, doz dikin hêz û asayiş û beşdariya wan jî di hikûmetê de hebe. Qedexe li ser vê yekê li cem PYDê nîne, lê têbîniyên wan jî hene. Dibe bi danûstandinê vê yekê çareser bikin. Çareserî jî ewe ku hêza wan hebe, lê yek serkirdayetiyê dirust bikin. Bi baweriya min ev kanton bûne de-fakto û xwe digirin, divê danûstandin ligel bibe û divê hêzên din jî herin hevbeş bin û bi hev re bibin xwediyên tiştan.”
PDK-S piştî ragihandina xwe vegeriya Rojavayê Kurdistanê û dozê li PYDê dike ku li wê derê desthilatê û hêzê bi awayê 50 bi 50 dabeş bikin, lê Pêncwênî dibîne ku ev yek bi ser nakeve: “Ezmûna fifty fifty ya tahl heye, lê xalên hevbeş hene, dikarin li ser xalên hevbeş bigihijin hev û piştre li ser xalên nakokiyan jî li hev bikin. Li cem PYDê dozdariya bûna hêz û asayişa PDK-Sê li Sûriyê cihê danûstandinê ye.”
Niha hemû hatin û çûn di navbera Bakur, Rojava û Başûr de ji bo rûniştina PDKê û PKKê ye. Nîşan wiha didine xuyanê ku di van nêzîkan de wê ev hevdîtin pêk be. Bi baweriya Pêncwênî, eger PDK û PKK li hev bikin, rewş li Rojava jî aram dibe: “Ez dozê li herdu aliyan dikim ku vê pirsê bidin dest Kurdên Rojava bi xwe.”
PDK û PKK du hêzên mezin in li vê navçeyê. PKK nûneriya beşekî mezin ji Kurdan li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dike. Her tevgereke vê hêzê li cem beşekî ji dewletên ewropî jî xwendin jê re dibe. Hevdem Başûrê Kurdistanê cihekî jeopolîtîkî yê gellekî girîng e li navçeyê, vê yekê wiha kir ku ev du hêz berdewam pêwîstiya wan bi nêzîkbûnê hebe.
Li gor Mihemed Emîn Pêncwênî, dibe ku petrol bibe faktorekî erênî ji bo dirustkirina dewleta kurdî: “Wê pêwendiya Tirkiyê ligel me wiha kir ku Tirkiye ji bo konfedrasyonê ne rêgir be û Îran jî karekî wiha nake ku têk bibe.”
PKK razî ye Barzanî bibe serok
Pêncwênî behsa rola Ocalan kir û red kir ku bandora wî li ser PKK nemabe û dibêje “rola rêzdar Ocalan di bidawîanîna nakokiyê de heye. Heta niha jî gotina wî ya yekem e û min doz lê kir ku bi xwe têkeve pirsê ji bo hêminkirina vê rewşê. Nameyek ji bo cenabê serok Barzanî şand û got ew razî ye ku ew bibe serokê Kongreya Neteweyî û Leyla Zana bibe hevserok, ev bi ser neket. Nameya din a dawî şand ku kak Mesûd bibe serokê Kongreya Neteweyî û Leyla jî bibe cîgira wî û niha danûstandin li ser dibe.”
Pêncwênî herwiha got ku nêrîna Ocalan ew bû ku PKK ligel hêzên siyasî bi her awayî hewl bide nakokiyên sade û navendî çareser bikin û “kêşeya PKKê bi wê yekê nîne ku kak Mesûd serokê Kongreya Neteweyî be.”
Di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de BDP û AKPya bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan di berberiyeke xurt de bûn, tevî ku nêrîna Ocalan derbarê Erdogan de erênî ye û berê jî got ku ji bo proseya aştiyê hêviyekê di Erdogan de dibîne. Lê di meha Tebaxê de berberiya li Tirkiyê ji bo hilbijartina serokatiyê dîsa gurr dibe. Kurdan heta niha berendamekî xwe ji bo vê hilbijartinê diyar nekirine.
Pêncwênî dibêje heta niha nîşan wiha diyar dikin ku “Kurd piştgiriya Erdogan bikin. Nameyên Ocalan ku dibêjin eger Erdogan here ev prose radiweste, wiha dike ku Kurd piştgiriya wî bikin, lê têbîniyên Kurdan jî hene.”
Doza sereke ya Kurdan jî sererastkirina destûra Tirkiyê ye. Lê gelo dibe? Navborî dibêje Erdogan hewl dide ku sîstema Tirkiyê biguhere û bike sîstema serokatiyê, ev jî ji bo wê yekê ku hemû desthilatan li cem xwe bicivîne; “Hingê diyar dike çi dike.”
Pêwendiya YNKê û PKKê
Di vê demê de YNKê serdanên xwe ji bo Bakurê Kurdistanê zêde kirine, bi taybetî piştî ku Mesûd Barzanî û Erdogan serdana Amedê kirin. Pêncwênî pêwendiyên 10 salên borî di navbera PKKê û YNKê de bi “başî” dinirxîne. Lê got: “PKK û YNK naçin bereyekê. Dibe sûda piştgiriya PKKê ji bo YNKê hebe, bi taybetî ji bo hilbijartinê. Beşek ji neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê niha bi awayekî gellekî erênî li siyaseta YNKê dinêrin.”