Hêzên pêşmergeyan gihiştin Qeretebe

24-04-2013
RÛDAW
A+ A-

Qeretepe (Rûdaw) – Hêzekî pêşmergeyan bi serpereştiya endamê polîtboruya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mehmûd Sengawî ber bi nahyeya Qeretepe ya girêdayî parêzgeha Diyale ve ketin ser rê.

Berpirsê nivîsîngeha Mehmûd Sengawî, Umêd Şêx Şengerî di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Wekî hêza pêşmergeyên Kurdistanê ji bo her rûbirûbûn, egera hatina çekdar an artêşa Iraqê ku êrişî navçeyên kurdan bikin, di nava amadekariyan de ne.”

Şêx Şengerî wiha got: “Çekdar ligel hêzên artêşa Iraqê şer dikin û heta niha me destlêwerdan nekiriye.”

Berpirsê nivîsîngeha Mehmûd Sengawî wiha got: “Artêşa Iraqê nikare bi wî awayî şerê bejayî bike. Lewra zanyarî hene û biryar dane bi hêzên esmanî ji bo kontrolkirina rewşê li hêzên çekdarî û xwepêşanderan bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst