HSD: Me 6 dron anîn xwarê

24-03-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Pira Qereqozaqê Bendava Tişrînê Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan li derdora Bendava Tişrînê 6 dron xistine xwarê.

Êrişên Tirkiye û komên çekdar ên nêzikî wê yên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bê navber berdewam dikin.

Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.

HSDyê ragihand ku Tirkiye û komên nêzikî wê li derdora Bendava Tişrînê êrişî xalên wan kiriye û ew hatine têkşikandin.

Li gorî daxuyaniyê, di encama wan êrişan de 3 çekdar hatine kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 6 dron jî hatine xistin ku 3 ji wan bombebarkirî bûne.

Li aliyê din, HSDyê got ku ku li eniya Pira Qereqozaqê, artêşa Tirkiyeyê û çekdarên wê gundên Bîr Hiso û Xaşxaşayê bi giranî topbana kirine û di encamê de zererên madî gihîştine mal û milkên sivîlan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst