Heyeta DBP û DEM Partiyê li Başûrê Kurdistanê ye

24-03-2025
Nîşan DBP DEM Partî Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta DBP û DEM Partiyê ji bo hinek hevdîtinan hat Başûrê Kurdistanê.

Şandeya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) îro gihişt Herêma Kurdistanê.

Şandeya ku ji Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Komîsyona Têkîliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, Ebru Gunay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz û endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdanê pêk tê îro hat Herêma Kurdistanê.

Şande derdora saet 14:00an gihişt Silêmaniyê.

Tê payîn ku dê şande li Hewlêr û Silêmaniyê bi gelek nûnerên siyasî, akademîk û civaka sivîl re hevdîtinan pêk bîne.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê ji Rûdawê re got ku beşa yekem a serdanê dê li Silêmaniyê dest pê bike û pişt re dê biçin Hewlêrê.

Aydenîzê diyar kir ku ew dê paşê li ser naveroka serdanê çapemeniyê agahdar bikin.

Divê were gotin ku Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê 15ê Sibatê hatibû Başûrê Kurdistanê û bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re hevdîtin kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst