Li Amedê di navbera du malbatan de pevçûn derket: 5 kes birîndar bûn

24-03-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Rezan Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya Amedê di navbera du malbatan de pevçûn derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li navçeya Rezanê di navbera du malbatên ku berê pirsgirêkên wan hebû de pêvçûn derket.

Endamên her du malbaran bi kevir û daran li hev dan.

Di encamê de 5 kesên bi navê A.Î., R.Î., A.K., S.K. û kesek ku navê wî nehatiye zanîn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Selahaddînê Eyyûbî û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Cendirmeyan li taxê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.

Herwiha ketin û derketina taxê hat qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst