Li Dîlokê du otomobîl li hev qelibîn: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Belqisê ya Dîlokê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Otomobîla şofêrê wê Serdar K. û otomobîla şofêrê wê Muslum D. li Taxa Firatê li hev qelibîn.

Di qezayê de her du şofêr û jê 2 zarok, 5 kesên di otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê gelek ambulans çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Belqisê û nexweşxaneyên taybet ên navçeyê.

Hat ragihandin rewşa zarokekî birîndar giran e.