Li 4 parêzgehan berf û pêk kêm nabin: Rêyên 317 gundan hatin girtin

24-03-2024
RÛDAW
Nîşan Berf Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê ji ber berf û pûkê rêyên 317 gundan hatin girtin.

Li seranserî bakurê welêt pêla berf û baranê berdewam e.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji ber berf û pûkê rêyên 145 gund û gundikan hatine girtin.

Herwiha li parêzgeha Colemêrgê rêyên 21 gundan, li parêzgeha Mûşê rêyên 64 gundan û li Bedlîsê jî rêyên 87 gundan hatine girtin.

Hat ragihandin ku bi armanca vekirina rêyan kar û xebat hatine destpêkirin û hewl tê dayîn ku di demeke kurt de çûnûhatina welatiyan asayî bibe.

Li cihên bilind ên parêzgehên Wan, Mûş û Colemêrgê stûriya berfê nêzîkî 4 metreyan e û metirsiya ketina aşûtê jî zêde ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst