RAPIRSÎ - Pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê çi ye?

24-03-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Pirsgirêk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînan a Ipsosê, ji sedî 85ê welatiyan dibêjin pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê rewşa aboriyê ye.

Herwiha ji sedî 65ê welatiyan jî dibêjin amarên fermî yên enflasyonê ne rast in.

Kompanyaya Lêkolînan a Navneteweyî ya Ipsosê di Sibata 2024an de ligel hezar û 600 kesan rapirsiyeke bi navê “Pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê çi ye?” kiriye û encamên wê belav kirin.

Li gorî rapirsiyê pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê bi rêjeya ji sedî 85an bihabûna debara jiyanê ye û piştî wê jî bi rêjeya ji sedî 75an nerazîbûna ji rewşa heyî ye.

Herwiha ji sedî 18ê beşdaran jî gotiye ew ji rewşa heyî razî ne.

Di rapirsiyê de ji sedî 50yê beşdaran gotiye pirsgirêka sereke zêdebûna enflasyonê ye û ji sedî 74ê beşdaran gotiye ew difikirin dê enflasyon her biçe zêdetir bibe.

Ligel vê yekê ji sedî 71ê beşdaran jî gotiye dê nirxê diravên biyanî bilind bibe û ji sedî 72yê beşdaran jî gotiye ew pê dihesin di meha herî dawî de hêza kirînê ya welatiyan kêmtir bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst