Silêmanî (Rûdaw) – Wezîrê Aborî û Darayî Awat Şêx Cenab destnîşan kir ku li pişt pirsgirêka mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê “biryareke siyasî” heye û behsa planên ku li Bexdayê ji bo rêgirtina li ber pêşketina Kurdistanê hatine amadekirin kir.
Wezîrê Aborî û Darayiyê yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab li Silêmaniyê di hevpeyvîna xwe ya bi komek rojnamegeran re ku di nav wan de pêşkêşvanê Rûdawê Arêz Xalid jî hebû, bersiva pirsên li ser rojevê da.
Piştî krîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Dadgeha Bilind a Federalî a Îraqê meha sibatê biryar dabû ku dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Îraqê neyê bipaşxistin.
Li ser vê yekê Hikûmeta Îraqê 11ê Adarê 560 milyar dînarên Îraqî ji bo mûçeyên meha Sibatê li hesabên Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê zêde kir û 20ê Adarê jî 37 milyar dînarên Îraqî zêde kirin lê her meh pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi 920-940 milyar dînarên Îraqî heye ku mûçeyên hemû karmendan bide.
“Pirsgirêk siyasî ye”
Awat Şêx Cenab di bersiva pirsa ku dê mûçeyên meha sibatê kengî bên dayîn de got:
“Me gav bi gav diyar kir ku ji pereyê hatiye şandin çiqas kêm e. Pirsgirêk ne dayîna mûçeyan e, ya rast rewşa siyasî ya ku li Herêma Kurdistanê hatiye çêkirin, pêwîst e hemû welatiyên me vê yekê bizanibin.
Siyasetek li dijî Herêma Kurdistanê heye ku sala 2012an dest pê kir û ji sala 2014an ve jî tê meşandin. Em ji ber wê siyasetê îro di vê rewşê de ne.”
“Hikûmeta kûr a Bexdayê paşde gav avêt”
Awat Şêx Cenab biryara Dadgeha Federalî ya dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê wekî yên karmendên din ên Îraqê bi bîr xist û da zanîn:
“Di hevdîtinên xwe yên li gel Bexdayê de me xwest ku wekî welatiyên din ên Îraqê bi me re tevbigerin lê mixabin heta niha me li ser vê mijarê li hev nekiriye.
Herî dawî rêkeftina ku me ligel hikûmeta federal 4ê Nîsana 2023yan çêkiribû, ji aliyê serokwezîrên Îraq û Herêma Kurdistanê ve hatibû îmzekirin lê piştî mehekê, hikûmeta kûr a Bexdayê paşde gav avêt.
Di rastiyê de, pirsgirêka Herêma Kurdistanê sala 2014an bi biryareke hikûmeta federal a ku bi awayekî yekalî hat dayîn, bi Yasaya Xerckirina Rastî dest pê kir.
Mesrefên ku jê re tê gotin xerckirina rastî wekî ku bi rastî hatine kirin têne nîşandan lê rastî bi tevahî cuda ne.
Dema ku Heyder Ebadî sala 2014an bû serokwezîr, wan dît ku ji sedî 80 heta 95ê xerciyên ku ji Herêma Kurdistanê re hatine şandin ji bo veberhênanê hatine bikaranîn.
Wê demê li parêzgehên naverast û başûrê Îraqê pirsgirêk hebûn û xerciyên ku ji wir re dihatin şandin wekî Herêma Kurdistanê ji bo veberhênanê nedihatin bikaranîn.
Li ser vê yekê wan îcadeke nû ya bi navê edaleta di xerciyan de derxist û fonên veberhênanê bi fikra 'ne mimkûn e ku 15 parêzgehên din li hemberî pêşveçûna bilez a Herêma Kurdistanê li paş bimînin' careke din nirxandin.”
“Ji bo rêgirtina li ber pêşketina Herêma Kurdistanê yasa hat derxistin”
Awat Şêx Cenab herwiha anî ziman:
“Bi vî awayî ji bo mezinbûna me sist bikin û bikişînin asta 15 parêzgehên din ji bo budceya veberhênanê yasaya xerckirinê hat derxistin. Ji ber wê wan jî navgîniya 15 parêzgehan hesab kir û Herêma Kurdistanê neçar kir ku bi wê rêjeyê veberhênanê bike.
Hinceta vê yekê jî ew bû ku tiştên ku ji veberhênan û xercên din mabûn, salane vegerin xezîneyê û sala din ji bo mesrefên veberhênanê werin dabeşkirin.
Bi rastî jî di vê rewşê de Herêma Kurdistanê dîsa bi qezenc bû. Yanî hem ji xerciyên mayî û hem jî ji para xwe dahata xwe werdigirt û ji ber wê jî Yasaya Xerckirina Rastî derxist, ev jî neheqî bû li Herêma Kurdistanê bû, berî her tiştî wan bi darê zorê rê li ber pêşketina me girt.”
Awat Şêx Cenab destnîşan kir ku wê demê Serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa gotibû, “Li Bexdayê hişmendiyeke wisa heye ku naxwaze Herêma Kurdistanê pêş bikeve. Jêrxaneke me ya aborî ya me ya bihêz heye û ji ber wê jî dixwazin pêşiya me bigirin.”
Wezîr Şêx Cenab amaje bi wê yekê jî kir ku bi yasayên mesrefên veberhênanê, wan Herêma Kurdistanê anî asta parêzgehên din ên Îraqê.
Awat Şêx Cenab da zanîn:
“Bêedaletiya duyem jî ew bû ku xerciya rastî li ser 15 parêzgehan hat hesabkirin û pişka me bi wan parêzgehan re hat parvekirin û piştre ji bo ku qaşo dadperwerî hebe li ser 18 parêzgehan (15 parêzgehên Îraqê û 3 parêzgehên Herêma Kurdistanê) hat dabeşkirin.
Neheqiya sêyemîn jî ew bû ku wan tenê xerciyên rastî yên veberhênan, pîşesazî û pêşkeftinê li budceya xebatê zêde kirin.
Wan hemû tiştên wekî tezmînata karmendan û tiştên li ser xerciyên rastî jî lê zêde kirin. Bi gotineke din, armanca wan ew bû ku Herêma Kurdistanê ne carekê, sê caran têxin nav qalib û asta pêşketina wê kêm bikin.”
“Kum xistin serê Kurdan”
Wezîrê Aborî û Darayî Awat Şêx Cenab amaje bi wê yekê kir ku yek ji wan neheqiyên girîng ku li Herêma Kurdistanê hatiye kirin jî bi rêziknameyekê kêmkirina pişka budceyê bû û got:
“Di rastiyê de wan kumek xist serê Kurdan û budce kêm kir. Para Herêma Kurdistanê ji sedî 17an bû ji sedî 12.67an.
Tişta ku ji Herêma Kurdistanê re şandin têra ji sedî 6ê pêwîstiyên van çend salên dawî nake.”
“Pirsgirêka petrolê bûye kirasê Osmaniyan”
Awat Şêx Cenab destnîşan kir ku pirsgirêk her carê bi hincetên cuda berdewam dikin û got:
“Wan vê carê jî meseleya petrolê wekî hincet nîşan da. Meseleya petrolê bû kirasê Osmaniyan û her tiştên li ser xerciyên rastî, bi pirsgirêka petrolê ve girê dan. Di rastiyê de meseleya petrolê çi ye, girêbest çi ne, ev mijareke cuda ye û her aliyek xwedî nêrînrkê ye.
Ji bo paşguhkirina xerciyên petrolê û yên Ii derveyî hincetan derdixin an jî hin alî vê yekê bi behsa gendeliyê vê dikin hincet û kirasê Osmaniyan li me dikin da ku cezayan li me bibirin û pêşiya bipêşketina me ya aborî bigirin.
Di rastiyê de tu eleqeya vê bi edaletê re nîne. Mantiqa reqeman nîşan dide ku neheqiyeke eşkere li Herêma Kurdistanê tê kirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî ku vê dawiyê çûn Bexdayê, behsa vê mijarê kir.
Di navbera hemû aliyan de li ser xerciyên rastî piştî 10 salan werin rakirin lihevkirinek çêbû. Di civînên dawî de me behsa du mijarên sereke, guhertina yasayê kir û her du alî gihîştin wê baweriyê ku divê rêzikname gav bi gav were rakirin.”
“Bombeyeke ku pîmê wê hatiye kişandin didin destê me”
Wezîr Awat Şêx Cenab bi bîr xist, biryar hat dayîn ku bêedaletî ji holê rabe û wekî karmendên din ên Îraqê bi yên Herêma Kurdistanê re tevbigerin û lê vê carê jî bi şandina beş bi beş a pereyan hewl didin civaka Kurdistanê bikin du parçe.
Awat Şêx Cenab anî ziman:
“Ew bombeyeke ku pîmê hatiye kişandin an jî mayinan li nav civaka me diçînin. Navê zêdetirî 360 hezar karmendên me ji lîsteyan hatine derxistin.
Yek ji wan tecrubeyên ku bi salane li gel vê hikûmetê me bi dest xistiye, heger hûn tiştekî qebûl bikin, ew li ser dibe bi darê zorê.”
“Hejmara karmendên me ji ya Îraqê kêmtir e”
Wezîr Awat Şêx Cenab da zanîn, îdiayên ku dibêjin li Herêma Kurdistanê hejmara karmendan ji ya Îraqê zêdetir e, bêbingeh in û got:
“Hejmara karmendên me ji ya Îraqê gelekî kêmtir e. Niha hejmara karmendên me bi qasî 1,2 milyonan e ku ji sedî 16ê nifûsa me ye lê li Îraqê ev rêje ji sedî 38ê nifûsê ye.
Şewat li mala Kurdan e lê divê bi sebrê were vemirandin. Wan niha 600 milyar dînarên Îraqî şandine ku em mûçeyan bidin lê 300 milyarên din?
Berê me dikaribû tevî vê bi dahata navxweyî û petrolê mûçe bidana û pîne bikira lê niha ev nayê kirin.”
Awat Şêx Cenab diyar kir ku di mijara mûçeyên hêzên ewlehiyê û serbazan de bi Bexdayê re lihevkirinek hatiye kirin û got:
“Ev pirsgirêk hatiye çareserkirin lê wekî ya Îraqê ye, girîngiyeke taybet bi Herêma Kurdistanê nayê dayîn.”
Şêx Cenab amaje bi wê yekê jî kir ku lîsteyeke hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê heye û got lê ti lîsteya Heşda Şebiyê ku beşeke ji hêzên çekdar ên Îraqê ye nîne.
Wezîr Awat Şêx Cenab diyar kir ku ji ber ku mijara “pirsgirêka ewlehiyê” ne hejmar û ne jî navnîşanên endamên Heşda Şebiyê hatine nivîsandin û ew mûçeyên xwe ne ji Wezareta Darayî rasterast ji Encûmena Wezîran werdigirin.
Şêx Cenab diyar kir ku wan wekî Wezîrê Darayî û Herêma Kurdistanê jî ji sedî 100ê erkên xwe bi cih anîne û got:
“Dayîna mûçeyan girêdayî biryara siyasî ye. Meseleya mûçeyan ji sala 2014an ve her carê bi biryareke siyasî ya ku Encûmena Wezîran a Îraqê bide ve hatiye girêdan.
Rewşa niha ya Îraqê ne tendurist e. Ev pirsgirêkeke siyasî ye û niha siyaset hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse