Li 6 parêzgehan operasyon: 192 kes hatin desteserkirin

24-03-2024
RÛDAW
Nîşan Qaçaxçîtiya Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 6 parêzgehan di operasyona dijî qaçaxçîtiya koçberan operasyon de 192 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li Dîlok, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Bursa û Muglayê dijî qaçaxçiyên koçberan operasyon pêk anîne.

Yerlîkaya da zanîn ku di encamê de 19 qaçaxçiyên koçberan û 173 koçber hatine desteserkirin.

Ji wan qaçaxçiyên desteserkirî 7 kes bi biryara dadgehê hatin girtin û 2 kes jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan.

Herwiha karûbarên yasayî yên 10 kesan jî berdewam e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst