PWKyê helwesta xwe ya hilbijartinan eşkere kir

24-03-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) helwesta xwe ya ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê bi deklerasyonekê eşkere kir.

Di deklerasyona PWKyê de şert û mercên ji namzedên şaredariyan tên xwestin hatin ragihandin.

PWKyê diyar kir ku ew dê dengên xwe bidin namzedên welatperwer û demokrat ên ku bikaribin maf û azadiyên gelê Kurd biparêzin.

PWK dibêje ku eeger namzedên li gorî pîvanên wan tunebin ew dê dengên xwe bi kar neynin.

Deklerasyona Meclîsa Partiya PWKyê wiha ye:

“Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), siyaseta xwe ya di derbarê hilbijartinên parlamentoyê û hilbijartinên herêmî de li gorî perspektîf û pêwîstiyên neteweyî û demokratîk ên têkoşîna azadiya Kurdistanê diyar dike.

‘Em hilbijartinan wekî platformeke têkoşînê dibînin’

Bêgûman, PWK rastiya Bakurê Kurdistanê ya wekî welatekî dagirkirî û kolonî dide ber çavan û bi hişmendiyeke neteweyî û demokratîk hilbijartinan wekî platformeke têkoşînê dibîne.

Eşkere ye ku bi taybetî hilbijartinên herêmî, fersend û îmkanê dide gelê me ku karibe ew bi xwe bajar, navçe û beldeyên xwe bi rê ve bibe.

Armanc, mîsyon û şêweyê birêvebirina parlamentoyê û rêveberiyên herêmî û herweha hilbijartinên ji bo her du dezgehan ji hev cuda ne. Ji ber vê yekê, divê em van her du platforman ji hev cuda binirxînîn û siyaset û stratejiya xwe ya ji bo her du hilbijartinan cuda cuda diyar bikin.

‘Divê em ewil pirsa Kurd û Kurdistanê tarîf bikin’

Em di vê baweriyê de ne ku ji bo em bikaribin siyaseta xwe ya di derbarê hilbijartinan û mîsyona parlamento û rêveberiyên herêmî de, bi awayekî rast û realîst diyar bikinê, divê em ewilî pirsa Kurd û Kurdistanê tarîf bikin û li gorî vê terîfê em siyaset û nexşerêya xwe diyar bikin.

Pirsa Kurdistanê û mafê ,arenûsiya miletê Kurd

Miletê Kurd, yek ji kevntirîn miletên Rojhelata Navîn û Rojhilata Nêzîk e.

Miletê Kurd, bi zimanê xwe, bi tarîx û îstikrara civata xwe, bi kultur û toreya xwe û bi erdnîgariya xwe miletekî xwecihî û dîrokî ye. Bi hezaran sal in ku ew li ser erdnîgariya ku jê re Kurdistan tê gotin dijî.

Kurdistan wekî koloniyeke navneteweyî di nava Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê de hatiye dagirkirin û dabeşkirin û ev statuya wê wekî mêtingehekê hîn jî berdewam dike.

Miletê Kurd bêyî îradeya xwe hatiye perçekirin, welatê wan hatiye dagirkirin û ew bi neheqî û bêdadweriyek navdewletî û dîrokî re rû bi rû maye.

Her çiqasî dem, rê û rêbazê dê ji niha ve neyê misogerkirin jî yekîtiya miletê Kurd û Kurdistanê wekî neteweyekî û wekî welatekî mafekî dîrokî, rewa û xwezayî ye.

Divê miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê ji bo vê yekîtiyê û awayê pêkanîna vê yeketiyê bikaribin bi îradeya xwe ya azad biryarê bidin.

‘Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê di eslê xwe de pirsa pirsa dewletbûnê ye’

Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê di eslê xwe de pirsa mafê çarenivîsa miletê Kurd e, pirsa dewletbûnê ye. Partiya me, dewletbûnê (dewleteke federal, konfederal an jî serbixwe) wekî program û armanceke demdirêj û stratejîk dibîne.

Ev maf, xwediyê bingeheke dîrokî û siyasî ye, em di vê baweriyê de ne ku ev daxwazeke sereke ya miletê Kurd û kurdistaniyan e.

Partiya me wekî armancek stratejîk çareseriya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, pirsa rizgarkirina welatekî kolonî, azadkirina miletekî bindest û pêkhateyên Kurdistanê û avakirina civateke demokratîk dibîne.

Bi vê perspektîfê, li gorî şert û mercên welêt û herwiha li gorî rewşa navxweyî û navneteweyî, em ji çareseriya federasyon yan jî konfederasyoneke ji şirîkatiya li ser esasê wekheviya du milet û du welatan ava bibe jî vekirî ne.

Herweha li gorî rewşa navxweyî, herêmê û navneteweyî dikare çareseriyên cihê û navqonaxî jî derkevin holê. Di rewşeke weha de, em dê çareseriyên demkî û navqonaxî red nekin û wan ji bo bidestxistina armancên sereke û stratejîk wekî derfetên girîng û pêwîst binirxînin.

Li Tirkiyeyê pirsa Kurd

Îro bi milyonan Kurd li metropolên Tirkiyeyê dijîn. Hinekên wan bi sedan sal in li wê derê dijîn, hinekên wan ji ber zext û zilma Dewleta Tirkiyeyê, hinekên wan ji ber debar û pirsgirêkên aborî, hinekên wan jî ji ber xwendinê bar kirine û çûne metropolên Tirkiyeyê.

Partiya me, têkoşîna kurdên li metropolên Tirkiyeyê ya ji bo bidestxistina maf û azadiyên xwe jî wekî beşekî têkoşîna me ya neteweyî û demokratîk û wekî beşekî têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê dibîne.

Têkoşîna Kurdên li metrepolên Tirkiyeyê ya ji bo mafên xwe yên neteweyî, demokratîk, ji bo demokrasî û wekheviyê, dê ji bo serketina têkoşîna neteweyî û demokratîk a Kurdistanê jî bibe piştgirî û alîkariyeke mezin.

Xelkên me yên ji ber sedemên cihê neçar mane ku koç bikin û li metropolan cîwar bûnin, divê li dijî siyaset, plan û asîmîlasyona dewletê xwe bi rêxistin bikin. Divê ew di serî de zimanê xwe yê dayikê, urf, adet, kultur û hestên xwe yên neteweyî biparêzin.

Li metropolên Tirkiyeyê, li cihên ku nufûsa Kurdan gelek e, divê sîstemeke ku Kurd bikaribin di rêveberiyên herêmî de xwe bi rê ve bibin, bê pêkanîn.

Ev maf û hemû maf û azadiyên din ên Kurdan, divê di Qanûna Bingehîn û qanûnên din de bêne misogerkirin. Partiya me pirsa Kurdên ku li metropolên Tirkiyeyê dijîn wekeî  ‘Li Tirkiyeyê Pirsa Kurd’ pênase dike.

Rê û rêbazên têkoşînê û tifaqa milî û demokratîk

PWK, ji bo bicihkirina armancên xwe yên neteweyî, demokratîk û kulturî, yên di bernameya xwe de diyar kirine, dê hemû rê û rêbazên xebat û têkoşînê yên meşrû, eşkere, legal, sivîl, demokratîk û bêîtiadiya sivîl jî têde bi hevahengî bi kar bîne.

Partiya me, li Bakurê Kurdistanê, xebat û têkoşîna hêzên siyasî û demokratîk a li ser bingehê daxwazên hevbeş ên miletê Kurd û Kurdistaniyan, wekî hêvanê azadiyê dibîne.

Partiya me, ji bo pêkanîna îrade û temsîliyeke wiha ya siyasî, neteweyî û berfireh dê bixebite û amade ye ku her berpirsyarî û wazîfeyeke bikeve ser milên wê, bi cih bîne.

Siyaseta PWKyê ya derbarê Parlamentoya Tirkiyeyê

Li gorî Qanûna Bingehîn a dewleta Tirkiyeyê ku li ser înkar, tunekirin û asîmîlasyona miletê Kurd û Kurdistaniyan hatiye avakirin, li gorî qanûnên partiyan û hilbijartinan, li gorî sonda parlamenteriyê, li gorî Destûra Navxweyî ya Parlamentoya Tirkiyeyê, herweha li gorî vê sazûmana parlamentoya heyî ku zimanê kurdî wek ‘zimanekî nenas’ pênase dike, dê ev parlemento bi vî awayê xwe nikaribe pirsa miletê Kurd û Kurdistanê çareser bike.

Herwiha dê nikaribe demokrasî, azadî, wekhevî û edaleteke rasteqînî jî pêk bîne.

Partiya me li gorî şert û mercên dema hilbijartinan, dê rewşê binirxîne û dê siyaset û helwesta xwe diyar bike.

Li gorî şert, rewş û konjonktura dema hilbijartinan, em dikarin beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin lê em dikarin hilbijartinan boykot jî bikin.

Di vî warî de jî li gorî şert û mercên dema hilbijartinan, dikare çend alternatîf derkevin pêşiya me.

Em dikarin beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin û gava em bi ser ketin, em sonda parlamenteriyê nexwînin û neçin parlamentoyê.

Herwiha em dikarin wekî gelek qadên din, parlamentoyê jî wekî qadeke xebat û têkoşînê ji bo doza meşrû ya azadiya gelê xwe û daxwazên acîl ên miletê Kurd bi kar bînin.

Partiya me, li gorî çarçeweya li jor hatiye diyarkirin û li ser esasê ku Kurd jî wekî aliyekî bê qebûlkirin, dê bi derdoreke herî berfireh ên Kurd û Kurdistaniyan re, siyaseteke ku maf û daxwazên miletê Kurd ên azadî, neteweyî û demokratîk bingeh digire û bimeşîne.

Hilbijartinên herêmî û rêveberiyên herêmî

Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê, dê roja 31ê Adara 2024an, li bajar, navçe û beldeyan, ji bo serokên şaredarî û encumenên bajar û navçeyan û ji bo mixtariyan hilbijartinên herêmî li dar bikevin.

Gava em hilbijartinên herêmî û rêveberiyên herêmî dinirxînin, divê em wekî welatekî dagirkirî rewş û rastiya Bakurê Kurdistanê, Qanûna Bingehîn, Qanûna Hilbijartinê û ya Partiyan, Qanûna Rêveberiyên Herêmî û hemû yasa û biryar û kiryarên dewleta Tirkiyeyê jî bidin ber çavan.

Divê em bizanibin ku Wezîrê Karşn Navxwe dikare hinek sebeban nîşan bide û serokên şaredaran ji wazîfeyê wergire.

Herwiha divê em bizanibin ku parêzgehê bajarekî dikare meclîsa wî bajarî ya hilbijartî jî îdare bike. Loma jî divê em hemû rewş û kiryarên ne yasayî yên li dijî demokrasiyê jî bidin ber çavan.

Di her du hilbijartinên herêmî yên vê dawiyê de, dewleta Tirkiyeyê êdî Qanûna Bingehîn û yasayên hene ku ew bi xwe jî antî-demokratîk in, tune dihesibîne.

Serokên şaredaran ji wazîfeyê distîne û qeyûman li ser şaredariyan tayîn dike.

Ev jî nîşana wê yekê ye ku gava dewleta Tirkiyeyê bixwaze, ew dikare, îrade û tercîha hilbijêran û qanûnên xwe yên hene jî tune bihesibîne, binpê bike.

Teva hemû astengî û pirsgirêkên ji ber Qanûna Bingehîn û yasayên hene û îhtîmala tayînkirina qeyûman jî bêgûman hilbijartinên herêmî, firsend û îmkanê dide gelê me ku ew bi xwe bajar, navçe û beldeyên xwe îdare bike.

Ji ber vê yekê, partiya me zêdetir girîngiyê dide hilbijartinên herêmî û bidestxistina rêvebiriyên herêmî.

Partiya me, ji bo rêvebiriyên herêmî bi beşdariya hemû beşên civatê, modeleke nemerkezî (ademî merkezî), neteweyî û demokratîk diparêze.

Di hilbijartinên herêmî de, em namzedên xwe yên hevbeş bi hev re tespît bikin, em bajarên xwe bi hev re îdare bikin!

‘Bila namzed bi biryarên hevbeş bêne tespîtkirin’

Em wekî PWKyê dibêjin, li Bakurê Kurdistanê li gorî taybetmendiyên her bajar, navçe û beldeyê, li ser esasê model û prensîbên ku li jêrê hatine destnîşankirin, bila namzedên serokên şaredarî, navçe û beldeyan, namzedên encûmenên wîlayet û navçeyan, bi biryarên hevbeş bêne tespîtkirin.

Ji bo vê jî em dibêjin, bila bi beşdariya nûnerên partî, tevger û grûbên siyasî hemû dezgehên sivîl û meslekî, yên civakî, komeleyên mehelî, sendîka, kesayetên civakî yên xwedî bandor, nûnerên dezgeh û komeleyên jinan, serokên berê yên şaredariyan, endamên encûmenên wîlayetan yên xwedî tecrûbe, perwerdekar, akademîsyen, pisporên birevebirina şaristaniyê, pisporên plan û hawirdora şaristaniyê, dîrokzan, zanyarên kultur û zimên, huqûqnas, ekonomîst û sosyologên her bajarekî Platformên Hilbijartinê yên Herêmî bêne avakirin.

Platformên Hilbijartinê yên Herêmî, divê namzedên hevbeş ên serokatiya şaredariyê ji kesên ji wî bajarî ku ji aliyê civatê ve naskirî, jê tê hezkirin û şaîbe li ser tuneye, bi awakî şefaf tespît bikin.

Di rêveberiyên herêmî de, rastiya etnîkî, dînî, mezhebî, pirzimanî, pirlehçeyî, pirkulturî, pirrengî, pirdengî, xweşbînî, rêzlihevgirtin û hevahengiya civakî, divê li her bajar, navçe û beldeyan, bibe rêziknameya esasî ya namzedên hevbeş. Divê tu kes, namzedên ne ji wî bajarî ne li ser gelê wî bajarî ferz neke.

Divê bi îrade û beşdariya pêkhateyên wî bajarî, bi qebûlkirina sîstema nemerkezî (ademî merkezî) û bi awayekî demokratîk namzed bi hevbeşî bêne tesbîtkirin.

Siyaseta Dewleta Tirkiyeyê ya tayînkirina qeyûman û destdanîna ser îradeya xelkê bi ti awayî nayê qebûlkirin, qeyûm tunehesibandina îradeya gelê wî bajarî ye.

Bêgûman mafê her partiyê ye ku bikaribe bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibe. Lê li gorî me, ya herî rast, pêkhateyên herî berfireh ên wî bajarî bikaribin li ser bernameyeke hevbeş namzedên xwe bi hev re tesbît bikin.

Programa xebatê, prensîbên revebiriyê yên namzedên hevbeş û kadirên revebir jî li gorî wan taybetmendî û krîterên li jor hatine diyarkirin û bi awakî hevbeş divê bêne tespîtkirin.

Bi tesbîtkirina namzedên hevbeş û bi awayê bi hev re îdarekirina bajarên xwe, em dikarin ji îro ve bingehê xweîdarekirina Kurdan ava bikin.

Bêguman, ev perspektîfa bi şîara, ‘Werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, werin em bajarê xwe bi hev re îdare bikin!’ ku em pêşniyar dikin, dê li himberî îhtîmala ku dewleta Tirkiyeyê qeyûman dane ser şaredariyan jî wazîfe û roleke gelekî xurt û bi bandor ya parastinê bilihîze.

Di îhtîmala ku qeyûman danin ser şaredariyan de, potansiyela herî berfireh a sivîl, siyasî, meslekî, demokratîk û civakî dê li namzedên xwe yên li gorî vê pêşniyariya me, li ser esasê çerçoweyeke siyasî û bernameyeke xebatê ya bi awayekî hevbeş bêne diyarkirin û xwedî derkevin.

Dewleta Tirkiyeyê jî dê weke niha û bi vê hêsaniyê nikaribe qeyûman dane ser şaredariyan.

‘Li metropolên Tirkiyeyê em Platformên Herêmî yên Kurdan ava bikin’

Em dibêjin, li bajarên metropolên Tirkiyeyê yên ku nifûseke Kurdan a zêde lê hene, divê Platformên Herêmî yên Kurdan (wekî Platforma Kurdên Stenbolê, Platforma Kurdên Îzmîrê, Platforma Kurdên Mêrsînê û hwd) bêne avakirin.

Li bajarên metropolên Tirkiyeyê yên ku nifûseke zêde ya Kurdan lê hene, em dikarin, bi beşdariya dezgehên sivîl, partî û grûbên siyasî yên Kurdan, nûnerên jin û ciwanên Kurdan, karsaz û ji hemû beşên civatê kesayetên qebûlbar ên Kurdan, platformên herêmî ava bikin.

Van platformên herêmî, di derbarê ziman û kultura Kurdî, maf û azadiyan, perwerde, tenduristî, piştgirî, lihevxwedîderketina di nava Kurdan de, di bajarên metropolan de dikarin wazîfe û rola wekî Organîzasyona Temsîla Kurdan bilîzîn.

Dikarin di dema hilbijartinan de wekî aliyê Kurdan bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinan bikin, li ser esasê qebûlkirina daxwazên Kurdan dikarin hevkariyên hilbijartinan pêk bînin.

Herwiha dikarin bi namzedên xwe jî beşdarî hilbijartinan bibin.

Platformên Herêmî yên Bajarên Metropolên Tirkiyeyê, helbet divê ne bes ji bo hilbijartinan bêne avakirin.

Ew platform dikarin weke aktorên bi bandor û mayinde, li bajarên metropolan, li himberî êriş û neheqiyên li ser Kurdan, helwestên hevbeş bigirin û wazîfe û rola Organîzasyona Temsîla Kurdan jî bilîzin.

Di hilbijartinan de daxwazên acîl ên miletê Kurd

Partiya me bangî potansiyela herî berfireh a Kurd û Kurdistaniyan dike ku em di dema hilbijartinên parlamentoyê û hilbijartinên herêmî de û di derbarê guhertinên di Qanûna Bingehîn de, li ser van daxwazên acîl ên miletê Kurd dest bidin hev û helwesteke hevbeş bihûnin:

1-Divê hemû operasyonên leşkerî, şer, şîdet û çalakiyên çekdarî bêne rawestandin. Divê dewleta Tirkiyeyê bi potansiyela herî berfireh a siyasî, sivîl, demokratîk a civata Kurdistanê re diyalog û danûstendinan dest pê bike û ji bo çareseriya aştiyane gavên siyasî bavêje.

2-Divê hebûna miletê Kurd û perwerdehiya bi zimanê Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî/Zazakî) bêne qebûlkirin. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Divê ev maf di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên dewleta Tirkiyeyê de bêne garantîkirin û parastin.

3-Divê hemû astengî û qedexeyên li pêşiya azadiya ramanî, dînî û rêxistinî bêne rakirin. Divê qedexeyên li ser navê Kurdistanê û li ser dezgeh û partiyên bi navê Kurdistanê ji holê bêne rakirin. Divê ev maf di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên dewleta Tirkiyeyê de bêne garantîkirin û parastin

4-Divê dewleta Tirkiyeyê hemû peymanên ku li gel Neteweyên Yekbûyî, welatên Yekitiya Ewropayê îmze kirine û hemû peymanên navdewletî bi cih bîne, hemû şerhên xwe yên daniye ser peymanan ji holê rake.

5-Divê hemû navên gund, bajar, bajarok û navçeyên cografîk ên li Kurdistanê ku bi navên Tirkî hatine guherandin, wekî orjînalên wan yên berê, bi awayekî yasayî paş de bêne guherandin.

6-Divê hemû kesên ku ji ber xebata xwe ya siyasî û ji ber nivîsandin û îfadekirina fikrê xwe di hefsan de ne bêne berdan, dawî li van hemû doz û daweyan bêne anîn û herkes bikaribe vegere welatê xwe.

7-Divê hemû neheqî, zext, qedexe û astengiyên qanûnî, fîîlî û civakî yên li ser jinan bêne rakirin.

8-Divê cihê mezelên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî, Sêidê Kurdî û hemû rêberên gelê Kurd bêne eşkerekirin.

Modela rêveberiyên herêmî ya nemerkezî, neteweyî, demokratîk û girseyî

Modela rêveberiyên herêmî ya neteweyî, demokratîk, nemerkezî ku bi beşdariya gel pêk were, dikare li Bakurê Kurdistanê bibe model û nimûyeke desthilatdariya herêmî.

Me di bernameya partiya xwe de mafê çarenûsiya miletê Kurd (federasyon, konfederasyon, serxwebûn), azadiya miletê kurd, bi awayekî aştiyane bi pêkvejiyana hemû pêkhateyên civatê, avakirina civat û sîstemeke demokratîk, wekî armanca xwe ya esasî terîf kiriye.

Em di wê baweriyê de ne ku ev modela desthilatdariya herêmî, dikare bibe projeya avakirina bingeha vê armancê.

Ango, ev proje, bi rêya hilbijartinan û bi îradeya gel, bi rê û rêbazên aştiyane, demokratîk, dê zextê bide Qanûna Bingehîn û yasayên heyî, dê zorê bide vê sîstema ku li ser hişmendiya yek dewlet, yek milet, yek welat, yek ala, yek ziman, yek dîn, yek mezhebê hatiye ava kirin. Û bi vê hişmendî û rêbazê dê bi awayê fiîlî desthilatdariyên herêmî bêne avakirin. Belê, ev proje, herweha projeyeke bêîtîatiya sîvîl e.

PWK, di wê baweriyê de ye ku di rêveberiyên herêmî yên bi hişmendiyeke neteweyî, demokratîk ku bi îradeya potansiyela herî berfireh ya civatê hatibe avakirin de, divê hemû hatin û dahatên rêveberiyên herêmî bi awayekî rasyonel bêne bikaranîn û divê bi awayekî adîlane û li ser pîvanên wekheviyê bêne dabeşkirin.

PWK dibêje ji bo bicîhanîna vê perspektîf û armancê, divê plan û bernameyên dûr û dirêj bêne amadekirin.

PWK, gava bi serê xwe yan bi rêya tifaq û hevkariyan, di rêveberiyên herêmî de bibe desthilat, dê li gorî vê armanc û perspektîfa ku li jorê me terîf kiriye, modeleke birêvebirina rêveberiyên herêmî ava bike û pêk bîne.

Teva ku di şert û mercên em wekî PWKyş nikaribin beşdarî hilbijartinan bibin jî ev perspektîfa siyasî û vê modela ku em li xwarê pêşkêş dikin, em dê dîsa biparêzin, bînin rojevê û piştgiriya wê bikin.

- Divê kar û bar û xizmetên ku ji bo perwerde, kultur, xweza, avahî, zîreat, ewlehî, veguhastina nav bajêr, ji aliyê rêveberiyên herêmî ve bêne îdarekirin. Ji bo van beşên xizmetê, divê dezgeh û beşên rêveberiyên herêmî xwediyê biryar û desthilata esasî bin.

-Divê rêveberiyên herêmî lê bixebitin ku daxwazên acîl ên miletê Kurd pêk bên û di Qanûna Bingehîn û yasayên peywendîdar de bêne bicihanîn.

- Avakirina rêveberiyeke herêmî ya bi beşdarî û îradeya hemû beşên civatê, bi sîstem û hişmendiyeke nemerkezî, demokratîk, şefaf, pirzimanî, pirlehçeyî, pirkulturî û pêwîstiyên hemû beşên civatê dide ber çavan, rêzê li hemû dîn û mezheban bigire dê bê armanckirin.

-Di rêveberiyên herêmî de, li gel Tirkî, dê zimanê Kurdî û li her cihê ku kîjan ziman zimanê piraniya gelê wê derê be, dê wekî zimanê fermî bê qebûlkirin.

-Dê piştgirî û alîkariya hemû xebat û lêkolînên ji bo ziman, kultur û dîroka Kurdan û gelên din ên li wan bajaran dijîn, bêne kirin. Ji bo alîkariya pirtûk, rojname û kovarên di vê derbarê de xebatê dikin, ji bo telewîzyon û radyoyên bi zimanên cuda yên gelên wî bajarî weşanê dikin, dê navend û dezgehên taybetî bêne avakirin. Dê alîkariyên pir alî li festîval, konferans, şahî û çalakiyên dînî, kulturî, civakî bêne kirin.

-Navên, gund, bajar, bajarok û navçeyên cografîk ên li Kurdistanê ku bi navên Tirkî hatine guherandin wekî orjînalên wan ên berê, bi biryarên rêveberiyên herêmî bi Kurdî û bi zimanên din dê bêne îadekirin. Navên hemû cih û waran dê bi Tirkî, Kurdî û zimanên dê heremê bêne bikaranîn.

-Îmkanên rêveberiyên herêmî jî di nav de dê li gel weqif, dezgehên meslekî û sîvîl yên civakî û karsazan li hemû bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, ji seretayî heta lîseyê dibistanên bi perwerdeya zimanê Kurdî bêne vekirin û li her tax û mehelê dê ji bo zarokan kreşên belaş ku bi zimanê Kurdî perwerdeyê dikin, bêne vekirin. Herwiha dê ji bo fêrkirina zimanê Kurdî kursên belaş bêne vekirin û pirtûkên ku zimanê Kurdî fêr dikin belaş li malbatan bêne belavkirin.

-Bi biryara rêveberiyên herêmî hemû aşxane, hotêl û kafeteryayên li Kurdistanê dê menûyên xwe bi Tirkî û Kurdî amade bikin. Li cîhên tûrîstîk dê zimanên biyanî jî di menûyan de hebin.

-Li gel hemû dîn, mezheb û baweriyan dê bi awayekî adîl û li ser pîvanên wekheviyê pêwendî bêne danîn, bi prensîba cudakariya pozîtîf dê alîkariya hemû mizgeft, cemxane, dêr û hawrayan bêne kirin. Ji bo her bawermendiyekê dê cîhên îbadetê bêne avakirin.

-Ji bo ku jin bikaribin rêxistin û dezgehên xwe yên taybet ava bikin, ji bo ew bikaribin beşdarî jiyana siyasî, aborî, çandî, civakî bibin, dê li ser esasê cudakariya pozîtîf û wekheviya cînsiyetan alîkarî û piştgiriya jinan bê kirin. Ji bo jin di rêveberiyên herêmiyan de bikaribin kar bikin dê cudakariya pozîtîf bê bicihanîn. Jin dê di desthilatdariya rêveberiyên herêmiyan de xwediyê gotin û biryarê bin. Li dijî cudakarî û şîdeta li ser jinan tedbîr bên standin. Ji bo alîkariya jinan dê navendên parastin, piştgirî, alîkarî û şêwrê û dê kooperatîfên jinan bêne avakirin.

-Ji bo fêrbûna zimanên biyanî, ji bo kursên amadekariyê yên ji bo îmtihanên lîse û unîversîteyan, ji bo fêrkirina kar a meslekî ya di beşên cuda de, ji bo perwerdeya bikaranîna platformên dîjîtal dê kurs û navendên perwerdeyê yên belaş bêne vekirin.

-Ji bo zêdetir tûrîst bêne Kurdistanê û ji bo piştgiriya sektora tûrîzmê dê navendên taybetî bêne avakirin, dê rehberên tûrîzmê bêne wazîfedarkirin û di vê derbarê de dê alîkarî û hêsankarariyên berfireh bêne bicihanîn.

-Ji bo rêvberiyên herêmî yên li Kurdistanê bi rêveberiyên herêmî yên welatên cuda re pêwendiyên dostane pêk bînin û ji bo avakirina ‘bajarên xuşk û bira’ dê navendên taybetî bêne avakirin.

-Cejna Newrozê  û Cejna Karkeran a 1ê Gulanê dê wekî roja betlaneya fermî bê qebûlkirin. Li cîhên ku gelên ji dînên cuda lê piranî ne dê rojên cejnên dînê wan wekî betlaneya fermî bêne qebûlkirin.

-Qanûnên hilbijartinê yên nedemokratîk rê li ber dê yekê digire ku aliyên siyasî beşdarî hilbijartinan bibin. Ji ber vê rastiyê emê li gel meclîsên hilbijartî yên bajar û navçeyan; li gorî taybetmendiyên her bajar û navçeyê Meclîsên Herêmî yên Sivîl ava bikin. Meclîsên Herêmî yên Sivîl dê ji nûnerên pêkhateyên etnîkî, dînî, mezhebî, civakî yên potansiyela herî berfireh ya wî bajarî û navçeyê pêk bên.

Meclîsên Herêmî yên Sîvîl, dê li ser nirxên wekhevî, edalet, azadî, demokrasî, aştî, xweşbînî, piştgirî, hevduqebûlkirin û rêzlihevgirtinê bêne avakirin.

Meclîsên Herêmî yên Sivîl, dê di çêkirin û bicîhanîna bernameyên ji bo xizmetguzariyên herêmî, ji bo pêkanîna pêwîstiyên etnîkî, ziman, çandî, dînî, mezhebî, civakî, aborî û xwediyê gotin, biryar û desthilatê bin û dê çavdêr û kontrolêrê wan biryaran bin.

-Di xizmetguzariyên rêveberiyên herêmî de, dê pîvan û prensîbê esasî ew be ku hemû îmkanên rêveberiyên herêmî bi awayekî berhemdar, ekonomîk, plankirî û li gorî berjewendiyên xelkê wî bajarî bêne seferberkirin û xerckirin.

-Rêveberiyên herêmî dê hemû biryar û kiryarên ku zererê didin xwezayê îptal bikin. Hemû proje û xizmetguzarî dê li gorî hişmendî û kultureke ku mirovayetî, nirxên dîrokî û çandî, hemahengiya xwezayê diparêze bêne avakirin û pêkanîn.

-Li gel wesayîtên birayî, veguhastina bi otobus û amûrên din ên girseyî bi awayekî berfireh dê bêne bikaranîn. Ji bo xelkê wî bajarî îmkanên herî erzan ên veguhastinê dê bêne avakirin. Ji bo zarok, kêmendam, kesên hejar, pîr, kal û şagirtên dibistanan dê veguhastina nav bajêr belaş be.

-Ji bo hemwelatî û bi taybetî jî ji bo kesên hejar xaniyên erzan, saxlem ku li himberî erdhejê bikaribin xwe bigrin bêne avakirin, dê hemû hêsankarî bêne bicîhanîn. Ji bo ji nû ve avakirina bajêr dê bernameyên taybetî bêne çêkirin. Hefizaya bajaran ya dîrokî, kulturî, mîmarî, civakî û dînî dê were parastin.

-Divê xizmetguzariyên perwerdeyê di bin desthilatdariya rêveberiyên herêmî de bin. Divê hemû beş û astên perwerdeyê belaş bin. Ji bo kesên kêmendam jî divê perwerdeyeke belaş bê organîzekirin.

-Ji bo perwerdeyeke demokratîk, rexnegir û zanistî ku rêzê li hemû nasname, çand, ziman û dînan digire û wekheviya cînsiyetan diparêze dê xebat bêkirin.

-Divê xizmetguzariyên tenduristiyê di bin desthilatdariya rêveberiyên herêmî de bin. Divê ji bo hemû hemwelatiyan hizmetên tenduristiyê belaş bin. Divê li gorî pêwîstiyan û bi awayekî hêsan xizmetên tenduristiyê bigihêjin hemû hemwelatiyan. Divê garantiyên ewlehiya civakî ji bo hemû hemwelatiyan hebe. Divê xizmetguzariyên tenduristiyê ji bo her kesî bi zimanê dayikê bêne pêkanîn.

-Li gorî şertên her bajar, navçe û taxê dê hol û bingehên sporê, pîstên meş û bezê, birkên melevaniyê, rêyên taybetî yên bisîkletan bêne avakirin û hemwelatî dê belaş feydê ji van cihan bigrin.

-Ji kesên muhtac re dê belaş mal, cih û warên hizmet û razanê bêne avakirin. Ji kesên ku bêxwedî ne, li malên wan jî dê xizmeta belaş bê organîzekirin.

-Hemû rê, avahî, otobus, rawestgeh, cihên lîstikên zarokan û hemû cîhên peywendîdar dê li gorî pêwîstiyên kêmendaman bêne çêkirin. Ji bo kêmendaman dê cih û war û holên taybet bêne avakirin. Ji bo kêmendaman di wergirtina kar de dê cudakariya pozîtîf bê bikaranîn û dê kûrs û cîhên perwerdeyê ji kêmendaman re bêne vekirin.

-Ji bo zarokan dê navend û dezgehên taybetî bêne avakirin. Kolan, dor û bera dibistanan, cih û warên sporê, park û cihên lîstika zarokan dê wiha bêne avakirin û organîzekirin ku zarok bi hêsanî bikaribin feydê jê werbigrin.

-Ji bo ciwanan dê navend û dezgehên taybetî bêne avakirin. Ciwan dê di biryargirtin û rêveberiya şaredariyan de xwediyê gotin, desthilatî û biryarê bin. Ji bo ciwan bikaribin di warên perwerde, tenduristî, kar û pêwistiyên jiyanê de bi hêsanî û bi berhemdar feydê wergrin, dê alîkarî û bernameyên taybetî bêne bicîhanîn.

-Ji bo hemwelatiyên hejar dê navendên xwarînê yên belaş bêne avakirin.

-Li gorî rewş û pêwîstiyên her bajar û navçeyêkê, dê îmkanên nû ji bo kar bêne avakirin. Ji bo karên nû dê alîkarî û piştgiriya hemwelatiyan bê kirin.

-Li hemû bajaran dê pirsgirêka otoparkan bi awayekî mayinde bên çareserkirin.

-Di hemû xizmet û projeyên şaredariyan de dê ruşwet, gendelî weke tawan bê qebûlkirin û  bi tu awayî dê rêneyê dayin ji bo van tawanan.

Derbarê hilbijartinên 31ê Adarê helwesta PWKyê

Meclîsa Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), ji bo hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2024an bangî partiyên siyasî, dezgehên sivîl û meslekî û kesayetên qebûlbar kir û pêşniyar kir û got:

‘Bi beşdariya potansiyela herî berfireh a civata Kurdistanê, li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd û bi perspektîfa ku em modela nemerkezi, neteweyî, demokratîk a rêvebiriyên herêmî bi hev re ava bikin, werin em Platformên Hilbijartinên Herêmî ava bikin û werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, em bajarên xwe bi hev re îdare bikin.’

Lê teva ku beşekî fireh a civatê û gelek dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar bi awayekî erênî pêşewaziya vê pêşniyariya me kirin jî partiyên siyasî xwe nedan ber vê pêşniyara me û Platformên Hilbijatinan ên Herêmî nehatin avakirin.

 Helbet ev encam nayê wê maneyê ku siyaset û pêşniyariya me xelet bû. Bi ya me, xeletî di wê yekê de bû ku partiyên siyasî li gorî hişmendiyeke hevbeş tevnegeriyan, bi siyaseteke xelet û bi hişmendiyeke ezezîtiyê tevgeriyan û di encamê de xwe nedan ber avakirina Platformên Hilbijartinan ên Herêmî yên hevbeş.

Qanûnên nedemokratîk ên Dewleta Tirkiyeyê rê nadin ku em li ser navê partiya xwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Piştî ku Platformên Hilbijartinan ên Herêmî yên hevbeş nehatin avakirin, di rewşa ku îro heyî de, PWK dê di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de li gorî vê perspektîfa siyasî û modela rêveberiyên herêmî ku me li jorê terîf kiriye, dengê xwe bide namzedên welatperwer, demokrat yên ku ji bo Kurdistanê statuyeke siyasi, milî, cografî û daxwazên lezgînî yên miletê kurd di deklerasyonên xwe yên hilbijartinê de bi cih bikin û biparêzin.

Li cîhên ku namzedên bi van xisûsiyetan tunebin, em dê dengê xwe nedin ti kesî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst