Ji ber berfa zêde xanî xuya nakin: 2 metreyan bilind bûye

24-03-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Berf Bakurê Kurdistanê Kanîreş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê 5 roj in bênavber berf dibare.

Ji ber ku rêyan qeşa girtiye di heman şevê de 3 bûyerên trafîkê çêbûn û zerer gihişte 8 otomobîlan.

Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê jî xaniyên yek qatî di bin berfê de man û cadeyên nav bajêr bi makîneyên kar tên paqijkirin.

Karkerê şaredariyê Turan Eroglu got:

“Li navçeya me wekî hûn dibînin berf dibare. Ji şeva borî ve nêzîkî 20 santîmetreyan berf ketiye erdê.

Em wekî şaredariyê cade û kolanan paqij dikin. Em berfa ku kom dikin dibin dirijînin derveyî bajêr.”

Li parêzgeha Erdexanê li nav bajêr nêzîkî 15 santîmetreyan berf ketiye û li cihên bilind gihiştiye 2 metreyan.

Bi şevan pileya germahiyê dadikeve 3 pileyan bin sifirê û rewş bûye parçeyeke ji jiyana welatiyan lê ew ajelên kovî jî ji bîr nakin û êm didin wan.

Welatiyê bi navê Îsmet Taşdemîr da zanîn:

“Barîna berfê berdewam e. Ji bo ku kevok birçî nemînin em xwarinê didin wan.”

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê 2 heta 4 pileyan daketiye û barîna berf û baranê berdewam e.

Li çend deveran rewşa avhewayê bûye sedeme zehmetiyan û hişyarî tê dayîn ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst