Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêlqisê ya Dîlokê li ser pevçûna zarokan du cîran pev çûn, kesek hat kuştin, yek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyan doh li navçeya Bêlqisê ya Dîlokê du cîran li ser pevçûna zarokan pev çûn
Di encamê de kesê bi navê Muslum A. yê 56 salî bi çekê gule berdane cîranê xwe yê bi navê Necdet Kaya û ew birîndar kiriye.
Herwiha di dema bûyerê de guleyek li zavayê Muslum A. yê bi navê Saîm A. kesî jî ketiye.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Necdet Kaya rakir nexweşxaneyeke taybet a navçeyê.
Tîmên tenduristiyê Saîm A. jî rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Bêlqisê.
Ligel hemû midexaleyan Necdet Kaya canê xwe ji dest da.
Herwiha rewşa Saîm A. jî di metirsiyê de ye.
Hat ragihandin ku piştî bûyerê êrişkar Muslum A. hatiye desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse