Li Rihayê termê kesê di lehiyê de wenda bûbû piştî 10 rojan hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, termê şofêrê ku 15ê Adarê tevî barhilgira xwe bi lehiyê re çûbû, piştî 10 rojan hat dîtin.

Roja 15ê Adarê li Riha û Semsûrê ji ber barana zêde lehî rabû û li Rihayê 16 û li Semsûrê 2 kesan canê xwe jidest dan û 3 kes jî wenda bûn. Piştî çend rojan li navçeya Tûtê ya Semsûrê termê dayik û keça wê ya sal û nîvekê ku bi lehiyê re çûbûn hatibû dîtin û hejmara miriyan gihiştibû 20 kesan.

Li Rihayê Emin Ergunê 24 salî ku 15ê Adarê ligel barhilgira xwe di navbera rêya Hewag û Curnereşê de bi lehiyê re çû wenda bû. Dîmenên herikîna bahilgira Ergun bi lehiyê re ji aliyê welatiyan ve bi telefonê hatibûn kişandin.

Barhilgira Emin Ergun roja 22ê Adarê di Gola Bendava Ataturk de hatibû dîtin. Îro 24ê Adarê termê Ergun jî ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve di Gola Bendava Ataturk de hat dîtin. Termê Ergun bo karên otopsiyê bo Saziya Pizîşkiya Dadî ya Rihayê hat veguhestin.

Bi dîtina termê Ergun, hejmara kesên di lehiya Riha û Semsûrê ya 15ê Adarê de canê xwe ji dest dan gihişte 21 kesan.