Di Remezanê de li kolanên Rûyadê şîrîniyên Sûrî û tesbîh tên firotin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî destpêkirina kirîza Sûriyê di sala 2011 an de, nêzîkî 2.5 milyon welatiyên Sûriyê koçî Erebistana Siûdiyê kirine û kultûra welatê xwe jî ligel xwe birine. Beşek welatiyên Sûriyê li Siudiyê di meha Remezanê de, karên cuda cuda dikin.

Welatiyê Sûriyê Mihemed Şamix li Riyada paytexta Saudiyê ji bo dema çend salan e li dikaneke firoştina şirînatiyê şirîniyê difroşe.

Şamix di meha Remezanê de, beqlave, kunafe û hejmareke şirîniyên taybet bi kiltûrê wilatê xwe difroşe.

Welatiyê Sûriyê li Riyadê Mihemed Şamix got "Remezan ji ber hindek tiştan taybete. weku şirîniyên xwemalî û ew vexwarinên temer hindî û tûyên şamê têde ne. Ji bilî wê jî, şirînîyeke taybet bi sûriyê heye ku jêra tê gotin Me'rûk û tenê di meha Remezanê de tê çêkirin."

Piştî destpêkirina qeyrana Sûriyê di sala 2011 an de, nêzîkî 2.5 milyon welatiyên Sûriyê koçî Saudîyê kirine û kultûra welatê xwe jî ligel xwe birine.

Elî Mihemed, Tisbîh firoşeke Sûrî ye. Li ser cedaya Riyazê tisbihên bi nexşên cuda difroşe.

Firoşyarê tisbîhan li Riyadê Eli Mihemed dibêje "Ez tenê di meha Remezanê de têm vê derê. Xelk bang li min dikin jibo kû tisbîhan ji min bikerin. Ev 40 sal in ez li vê derê dijîm".

Ligel nêzîkbûna banga mexribê, jin, zilam û zarok bi tûrikek şirînî  vedigerin malên xwe û amadekarîyan ji bo fitarê dikin.