Hêzên Tirkiye gundên Til Temir topbaran kirin

24-03-2023
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyê Til Temir Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiye gundên Gozeliyê, Şêx Elî û Qubûr el-Qeracîne li navçeya Til Temirê li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Artêşa Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê bê navber êrişên li dijî hêzên Kurdî êrişên esamî pêk tîne û û gund û bajaran topbaran dike.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, şeva borî hêzên Tirkiye gundên Gozeliyê, Şêx Elî û Qubûr el-Qeracîne li navçeya Til Temirê li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin, lê heta niha ti zanyarî li ser zeraran nehatine dayîn.

27ê Sibata borî jî, hêzên Tirkiye derdora gundê Derdare li gundewarê Til Temir li bakurê rojavayê Heseke gullebaran kiribûn, di encam de jinek birîndar bûbû. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst