Li Rihayê dîsa lehî rabû

24-03-2023
RÛDAW
Nîşan Lehî Hewag Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê baraneke zêde bariya û çûnûhatin zehmet bûye.

Her wiha ji ber vê yekê hejmarek cadde û kolan di bin avê de man û welatî rûbirûyê zehmetiyan bûne.

Roja Înê 24ê Adara 2023an li navçeya Hewagê ya ser bi parêzgeha Rihayê ji ber barana zêde hejmarek mal di bin avê de man û ji bo tedbîrên pêwîst bên wergirtin hişyarî hatin dayîn.

Li gor zanyariyan tîmên girêdayî Şaredariya Hewagê bi armanca kêmkirina zerarê dest bi kar kirine û kar û xebata wan berdewam e.

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ji bo parêzgehên Çewlig, Mûş, Erzîngan û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê jî bo dema 2 rojan hişyariya barana zêde daye û dibêje ji ber egera lehiyê divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst