Li Meletî avahiyeke 5 qatî hilweşiya

24-03-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê avahiyeke 5 qatî ku di erdheja 6ê Sibatê de zerar lê bûbû ji ber xwe ve hilweşiya û ji ber egera kesek di bin kavilan de mabe lêgerîn hatiye destpêkirin.

Li Taxa Koyunoglu ser bi navenda parêzgeha Meletî îro Înê 24ê Adara 2023an avahiyeke 5 qatî ku berê zerareke zêde lê bûbû hilweşiya.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFAD û hêzên emnî çûne cihê bûyerê û dest bi karê lêgerînê kirine ku eger heye kesek di bin kavilan de maye.

Li gor amarên Parêzgariya Meletî 71 hezar avahî hene ku zerareke zêde li wan bûye û divê bên hilweşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst