Elî Qeredaxî: Nimêj û rojiyên kesên ku alkolê vedixwin qebûl e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Elî Qeredaxî ragihand, ew kesê ku berî meha Remezanê alkol vexwaribe heger di meha Remezanê de rojî bigire û nimêj bike ji aliyê Xwedê ve tê qebûlkirin û got, “Ew kesê ku dibêje nimêj û rojiyên kesên alkolê vedixwin nayên qebûlkirin, rast nabêje.”

Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Prof. Dr. Elî Qeredaxî îro Înê 24ê Adara 2023an li ser nimêj û rojiyên ew kesên ku alkolê vedixwin ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, rojiyên wan kesan qebûl e heger mercên rojiyê bicih bînin.

Prof. Dr. Elî Qeredaxî got, “Xwedê û pêxemberê me yê ezîz di gelek ayetên Qur'anê û Hedîsan de teqezî li ser wê kirine ku tobekirin hemû heqên ku peywendiyên bi heqên Xwedê heye ji holê radike. Delîla wê jî çend ayetên 68, 69 û 70 yên Sureya Furqatê ne.”

Elî Qeredaxî li ser wateya wan ayetan dibêje, “Di ayetê de tê gotin ku yên ku karên nebaş dikin, heta ew kesên şîrka Xwedê dikin, kuştin û zînayê dikin, di roja dawî de ezabê wan a giran heye lê heger tobeyeke pak bikin, Xwedê dê wan efû bike û gunehên wan jî ji bo başiyê binivîse, ji ber ku jê poşman bûne, ji ber ku Xwedayê mezin xefûr û rehîm e.”

Elî Qeredaxî ji hedîsên pêxemberê Îslamê li ser wê mijarê anî ziman, “Çend hedîsên pêxemberê me yê xoşewîst jî hene ku qala vê mijarê dikin û dibêjin ew kesê ku mafê kesî li ser hebû divê wî mafî bide, Xwedê mafê xwe efû dike, ji ber vê yekê eger kesek alkolê jî vexwe û roja ku dest bi nimêj û rojiyê kir, Xwedê ji wê rojê ve dê qebûl bike.”

Elî Qeredaxî li ser hedîseke ku di hin rîwayetan de hatiye gotin: pêxember jî gotiye ku kî alkolê vexwe Xweda heta 40 rojan îbadeta wî qebûl nake, got, “Ev hedîs ne hedîseke sehîh yanî piştrastkirî ye, nêrînên cuda yên aliman li ser wê hene, hinek alim dibêjin sehîh e, hinek dibêjin ne sehîh e û hinek jî wek lawaz binav dikin, yan jî herî kêm ne sehîh e. Lewma em dibêjin heger kesek alkolê vexwe û nimêj bike û tobe nekiribe nimêja wî rast e lê xêra wî ne temam e. Ev fikra piraniya aliman e, heger tobe jî neke nimêja wî kesê qebûl e.”