Saziya Keşnasiyê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê da

24-03-2023
RÛDAW
Nîşan Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo parêzgehên Çewlig, Mûş, Erzîngan û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde da û dibêje ji ber egera lehiyê divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê roja Înê 24ê Adara 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku ji roja Şemiyê 25ê Adarê ji demjimêr 06:00an û heta 2 rojan li 4 parêzgehan Çewlîg, Dêrsim, Erzîngan û Mûşê dê baraneke zêde bibare û egera lehiyê heye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Li gor pêşbîniyê rojên Şemiyê û Yekşemê li parêzgehên Çewlîg, Mûş, Erzîngan û Dêrsimê dê baraneke zêde û li cihên bilind yên parêzgehan jî berf bibare. Ji ber vê yekê jî dibe ku lehî çêbibin û çûnûhatin jî zehmet bibe. Her wiha li herêmên bilind yên parêzgehan jî egera qeşayê heye û ji bo wê jî divê welatî li gor vê yekê tedbîrên pêwîst werbigrin.”

Li parêzgehên Îdir, Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê jî roja Pêncşemê barîna baranê destpêkiriye û heta niha jî berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst