Li Mereş û Xoyê erdhej

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê û bajarê Xoyê ya Rojhilatê Kurdistanê erdhej çêbûn.

Li navçeya Goksunê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, îro 24ê Adarê erdhejek bi hêza 4.7 pile çêbû.

Li Bakurê Kurdistanê, piştî erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê bi sedan erdhejên nû çêbûn. Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, li navçeya Goksunê ya Mereşê erdhejek bi pileya 4.7 çêbû.

Li gor zanyariyên AFADê belav kirin, 24ê Adarê demjimêr 03:39 li navçeya Goksunê ya Mereşê bi pileya 4.7 û di kûrahiya 7.34 kîlometreyan de erdhejek çêbû. Li Goksunê doh 23ê Adarê jî bi hêza 5.3 pile û kûrahiya 7 kîlometreyan erdhejek çêbû.

Herwiha li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ku hevsînor e ligel parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îro 24ê Adarê demjimêr 06:16 erdhejek bi hêza 5.6 pile çêbû. Navenda erdhejê ji navçeya Elbakê ya Wanê 29 kîlometre dûr bû.

Piştî erdheja 6ê Sibatê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, zêdetir ji 20 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû.