Li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê perwerde hat rawestandin

24-03-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Dibistan Perwerde Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Bedlîs, Mûş, Qers, Erzerom û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê, li hinek navend û navçeyan ji ber berfê îro Pêncşembê 24ê Adarê perwerde hat rawestandin.

Bedlîs

Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku li navenda bajêr û navçeya Tetwanê ji ber berfê roja Pêncşembê 24ê Adarê perwerde hatiye rawestandin û karmendên hikumî yên ducanî û kêmendam dê wek mohlet bên qebûlkirin.

Qers

Parêzgariya Qersê jî ragihand ku li navenda bajêr û navçeyên Qamûşan û Dîgorê ji ber berf û pûkê 24ê Adarê perwerde hatiye rawestandin. Li Qersê jî dê karmendên hikumî yên ducanî û kêmendam wek mohlet bên qebûlkirin.

Mûş

Li tevahiya parêzgeha Mûşê jî îro 24ê Adarê dibistan girtî ne. Parêzgariya Mûşê ragihand ku barîna berfê bandoreke nerênî li jiyanê kiriye û divê welatî li hember mij, aşût û qeramê agahdar bin.

Parêzgariyê biryar da li tevahiya parêzgehê îro 24ê Adarê perwerde bê rawestandin û mohlet bo karmendên hikumî yên ducanî û kêmendam hatiye dayîn.

Erzerom

Li parêzgeha Erzeromê jî, li 13 navçeyan ji ber berfê îro 24ê Adarê perwerde hat rawestandin.

Parêzgariya Erzeromê ragihand ku li navçeyên Xinis, Gogsî, Yakutiye, Palandoken, Azîziye, Hesenqele, Qela Tortûm, Çad, Eşqala Gexiyê, Olîlî, Tatos, Avnik û Qereçobanê ji ber berfê îro 24ê Adarê perwerde hatiye rawestandin û li van navçeyan karmendên hikumî yên ducanî û kêmendam wek mohlet dê bên qebûlkirin.

Erdexan

Li navçeya Mêrdînîkê ser be parêzgeha Erdexanê jî, ji ber berfê îro 24ê Adarê dibistan girtî ne. Rêveberê Perwerdeya Neteweyî ya Bajarê Erdexanê Erhan Bulut ragihand ku li navçeya Mêrdînîkê ji ber berfa zêde û pûkê çûn û hatin zehmet bûye û ji ber wê yekê li navçeyê 24ê Adarê perwerde hatiye rawestandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst