Li Rojava cara sêyem e ava Elok ji aliyê Tirkiyê ve tê girtin

Qamişlo (Rûdaw) - Tevî rewşa aloz a ji ber vîrusa koronayê û qedexeya derketina derve li Rojavayê Kurdistanê, ev cara sêyemîn e ku ava santrala Elok ji aliyê Tirkiyê ve tê girtin û bajarê Hesekê bê av maye. Xelkê wî bajarî jî her çend qedexe jî heye, neçar e ku ji bo peydakirina avê derbikeve derve û ev yek jî metirsiya vîrûsa koronayê zêdetir dike.

Di demekê de, ku bi sedema eger û tirsa belavbûna koronayê pêwîstiya xelkên Rojavayê Kurdistanê bi giştî, di nav de jî xelkên Cizîrê, bi ava pak heye, Hikûmeta Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, qutkirina avê weke guşarekê li ser xelkên navçeyên Cizîrê bikar tînin.

Şêxa Berkat a 60 salî, bê ave û ji ber wê yekê nikare pabendî qedexeya hatin û çûnê bibe, bi erebûkê bîdonên ava vexwarinê dikşîne malê.

Şêxa Betekat dibêje: “Her 10 yan 15 rojan em di vî halî de ne, carna av nîne û caran dibêjin dernekevin, îro sê çar roj e dîsa av nîne. Em dikirin, ava tehl em pê malê dişon a şêrîn jî ji vexwarinê re ye. Niha 5 bermîlan bi 7 hezaran dikirin, carna bi şeşan dikirin.”

Ev cara sêyem e,  piştî dagirkirina navçeya Serê Kaniyê ji cotmeha par ve, ava Elok tê rawestandin. Beramber dana avê jî çekdarên ser bi Tirkiyê ve daxwaza elektirîkê dikin,  herçende hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser amadebûna xwe ji bo dana elektirîkê nîşan dan, lê dîsa av qut kirin.

Niha Rêveberiya Ava Hesekê jî dest bi projeyekê dike ku cihê Wêstgeha Elok a avê bigre.

Hevserokê Desteua Avê ya Rêveberiya Xweser li Hesekê Nidal Mehmûd jî ragihand ku projeya wan dê cihê Wêstgeha Elok a Avê bigre û di 29 rojan de, dê têkeve kar û di her demjimêrekê de 13 metre sêgoşe, ango derdora 600 metre sêgoşe ya hemû bîran, avê bide.

50 bîrên avê  li devera Himê tên kolandin û 30 bîr li devera şemoka tên kolandin.