Li Şirnexê wesayîta leşkerî wergeriya: Mirî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Silopî ya Şirnexê wesayîteke leşkerî wergeriya, di encama bûyerê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 20 leşker birîndar bûn.

 

Bûyer îro danê sibehê li ser rêya navbera Cizîr û Şirnexê qewimî.

 

Wesayîta ku leşkerên Baregeha Şehîd Ercument Turkmen ber bi Firokexaneya Şerafettîn Elçî vediguhest, li ser rê ji kontrolê derket û wergeriya.

 

Di bûyerê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 20 leşker jî birîndar bûn.

 

Hat ragihandin ku gelek ambulans gihiştine cihê bûyerê. Leşkerên birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyên li Silopî û Cizîrê hatine veguhestin.