Gelalî: Berpirsên YNKê bûn sedem Tirkiye biryareke wiha bide

Silêmanî (Rûdaw) – Hikûmeta Tirkiyê biryara vekirina esmanê welatê xwe bo geştên firokeyan da, lê tenê bo Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ya Silêmaniyê li xwe nagire. Rayedarên Tirkiyê vê biryarê bi wê yekê ve girêdidin ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştgiriya PKKê dike.

 

Di vê derbarê de Behroz Gelalî ku berî nûnertiya YNKê li Tirkiyê dikir, di nameyekê de bo Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî Kosret Resûl û Endama Polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed, siyaseta YNKê rexne dike. Li gor zanyariyên Rûdawê jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hewl dide daku ew biryar Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê jî li xwe bigire.

 

Roja Pêncşemê, wate rojek berî vê biryara Tirkiyê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu rexne li siyaseta YNKê girt û got: “Ya rast evana zêdetir zerarê dighînin Kurdên Bakurê Iraqê. Beşek heye li navçeya Silêmaniyê hevahengî ligel PKKê kirine. Wek mînak; partiya Talabanî, herwiha çend partiyên biçûk ên wê navçeyê jî. Lê di bingeh de PKK gef e bo Kurdên Iraqê û herwiha gef e bo Kurdên Tirkiyê jî. Herwiha me dît bê çawa gef û metirsiyeke mezin in bo Kurdên Sûriyê.”

 

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim roja Înê nîgeraniya welatê xwe derbarê rewşa Silêmaniyê de anî ziman û wiha axifî: “Bi awayekî berbelav, li wî sînorî çalakiyên terorîstî dijî welatê me tên kirin. Loma biryara destpêkirina geştên esmanî Silêmaniyê li xwe nagire û tenê bo Hewlêrê dibe.”

 

Piştî gotinên Çavuşoglu yên derbarê siyaseta YNKê de, Behroz Gelalî ku demeke dirêj nûnerê YNKê yê Tirkiyê bû û sala borî ji ber revandina du Tirkan ji aliyê PKKê ve li sînorê Silêmaniyê bi tohmeta kar ji MÎTê re dikin, ji Tirkiyê hat derxistin û şandin Herêma Kurdistanê, di nameyekê de bo Kosret Resûl û Hêro Îbrahîm Ehmed rexneyan li siyaseta YNKê digire.

 

Gelalî di nameya xwe de balê dikşîne ser axaftinên Çavuşoglu û wiha dibêje: “Ew daxwiyanî gelekî metirsîdar e, evna jî encama daxwiyaniyên hinek kesên nav YNKê ye, dema kamereya televizyonan dibînin, berjewendiyên YNK û navçeya YNKê jibîr dikin û behsa şandina hêzê bo Efrînê dikin.”

 

Nameya Behroz Gelalî wiha berdewam dike: “Fermo eger hêza we heye çima hun naşînin Efrînê? Hilgirtina kevirê mezin nîşana neavêtinê ye! Çima mala Kurd û YNK tenê bi axaftinê wêran dikin? Tika ye bila muzayedeya siyasî û helwêstfirotin li ser hesabê feqîr û hejaran bidawî bibe.”

 

Nameya Gelalî wiha bidawî dibe: “Tika ye sînorekî ji bo wan siyasiyên ku nikarin paşerojê li ber çav bigirin, deynin. Hun dizanin ew daxwiyaniya Çavuşoglu çawa tê nirxandin? Bi baweriya min Tirkiye ji aliyê xwe ve YNKê bixe nav lîsteya terorê, wate dikare were sînorê parêzgeha Silêmaniyê.”

 

Wek reaksyonekê li beramber referandûma Başûrê Kurdistanê, hikûmeta Iraqê çend ceza li ser Herêma Kurdistanê ferz kirin. Yek ji sizayan ragirtina geştên navdewletî yên herdu firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê (29ê Îlona 2017) bû. Piştî derbasbûna 5 meh û nîvan, bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja 15ê Adarê herdu firokexane hatin vekirin.