VÎDEO - Çekdarên "Arteşa Azad" behsa talankirina Efrînê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Artêşa Tirkiyê û çekdarên “Artêşa Azad a Opozisyona Sûriyê” roja 18ê Adara 2018ê bajarê Efrînê kontrol kirin, rojane vîdeoyên dizî û talankirinê tên belavkirin.

 

Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY) 170 hezar xelkên sivîl ên Efrînê ji ber şer û destdirêjiyên Artêşa Tirkiyê û “Artêşa Azad a Opozisyona Sûriyê” ku Tirkiye piştgiriya wê dike, mal û milkên xwe bicîh hiştine û koçber bûne.

 

Piştî ku Artêşa Tirkiyê û çekdarên “Artêşa Azad a Opozisyona Sûriyê” bajarê Efrînê kontrol kirin, rojane vîdeoyên dizî û talankirina Efrînê tên belevkirin.

 

Du çekdarên “Artêşa Azad” li ser motorsîkletekî li nav bajarê Efrînê digerin û ji hevalên xwe re bi kamerayê navên firoşgeh û kelûpelan destnîşan dikin da ku wan bidizin û talan bikin.

 

Herdû çekdarên artêşa navbirî ku siwarê motorsîklet in, sivikatiyê bi Rêveberiya Kantona Efrînê dikin û her car dibêjin kanî ew dewleta li Efrînê, piştre tekez dikin ku Efrîn ji wan re ye û her tiştê Efrînê jî wek talanê çekdarên “Artêşa Azad” ji xwe re hildigirin û dibin.

 

Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY) 170 hezar xelkên sivîl ên Efrînê ji ber şer û destdirêjiyên Artêşa Tirkiyê û “Artêşa Azad a Opozisyona Sûriyê” ku Tirkiye piştgiriya wê dike, mal û milkên xwe bicîh hiştine û koçber bûne. Piştre çekdarên “Artêşa Azad” mal û kelûpelên xelkê Efrînê talan kirine û ji xwe re birine.

 

Talankirina bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê li ser asta cîhanê jî deng veda ye.