Parêzgarê Amedê: Dîmen û gotinên polîsan li hev nayên

Navenda Nûçeyan – Parêzgarê Amedê Huseyîn Aksoy li ser bûyera kuştina Kemal Kurkut ku di roja Newroza îsal a li Amedê de ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat kuştin, got: “Zanyarî û dîmenên ku hatin, li hev nayên.”

 

Huseyîn Aksoy di daxuyaniya xwe de diyar kir, zanyarî li ser hebûna bombeyê bû û got: “Lê belê piştre dîmenên ku hatin, didan xuyakirin, ku zanyarî û dîmen li hev nayên, hevdû piştrast nakin.”

 

Aksoy destnîşan kir, ku rayedarên ewlehiya Amedê, hêj li ser “îhtîmala bombeyê” israr dikin.

 

Huseyîn Aksoy diyar kir: “Li ser vê yekê, min dît rewşeke cuda heye û ji Wezareta Navxweyî pişkîner xwest. Serdozgeriyê cardin dest bi lêhûrbûnê kir.”

 

Li ser pirsa “Gelo nabe ku pêştir bi yekî din re şer kiribe û ji cem goştfiroş kêr wergirtibe” Aksoy wiha bersiv da “Hevalên me yên li ewlehiyê îdia dikin ku pêştir şer nekiriye, hinekî zû hatiye û gef li wan xwariye.”

 

Li ser pirsa “li ser cilê wî Kurdistan hatiye nivîsandin, ji ber vê yekê şer kiriye” parêzgarê Amedê got “Ev mijar dê piştî lêpirsînê aşkere bibe.

 

Aksoy diyar kir ku zanyariyên berfireh piştî lêpirsînê dê were aşkerakirin û eger pêwîst be ew dê peywirdaran ji kar dûr bixin.