HUDA-PAR: Kemal Kurkut mexsûs hate kuştin!

Navenda Nûçeyan – Serokê Şaxeya Amedê yê Partiya Doza Azad  (Huda-Par) Şeyhmus Tanrikulu ragihand, li ser kuştina Kemal Kurkut ê ku roja Newrozê hate qetilkirin, gelek guman hene û divê bûyer demildest were ronîkirin.

 

Kemal Kurkut li Fakulteya Hunerên Xweşik xwendekar bû û roja Newrozê ji bo pîrozbahiyê çûbû Amedê. Kurkut dema ku dikete qada Newrozê ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

 

Şeyhmus Tanrikulu li ser bûyera kuştina Kemal Kurkut daxuyanî da. Tanrikulu sersaxiya malbata Kemal Kurkut xwest û destnîşan kir ku divê lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ve hatiye destpêkirin, bi awayekî hûrgilî were pêkanîn û herwiha divê polîsê ku gulle bera Kemal Kurkut da, ji kar were derxistin û  derkeve pêş darazê.

 

Tanrikulu daxuyaniya Parêzgariya Amedê bi bîr anî û got: “Dîmenên ku piştî du rojan derketin holê, dide nîşandan ku daxuyaniya Parêzgariyê ne rast e û piştî wê jî ti daxuyanî nehate kirin. Di daxuyaniya ewil de hatibû gotin ku di destê sivîlekî de çente hebûye û gotiye ‘di çenteya min de bombe heye, ezê we hemû bikujim’ ji ber vê yekê hatiye kuştin.”

 

“Piştî du rojan dîmenên ku derketin holê dide nîşandan, xortekî nîv tazî di destê wî de kêr û direve heye. Û li paş wî jî bi mebesta kuştinê bera wî didin.”

 

Şeyhmus Tanrikulu aşkera kir ku li ser vê bûyerê gelek pirs hene û got: “Bi rastî gelek pirs hene li ser vê bûyerê. Ji ber vê yekê divê lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ve hatiye destpêkirin, bi awayekî hûrgilî were şopandin û kesên ku di vê mijarê de îhmala wan heye, divê hemû derkevin pêş darazê.”

 

Tanrikulu bal kişande ser mebesta wan a kuştinê û got: “Tevî ku dikaribûn gulle bera lingên wî bidin, yan jî dikaribûn bi awayekî din wî bidin sekinandin, rasterast ji bo kuştinê gulle reşandin, ev ne dirust e. Ev dide nîşandan, hêzên ewlehiyê ku perwerdeya taybet werdigrin, li hember bûyerên bi vî rengî perwerdeyeke rast wernegirtine, yan jî di vê mijarê de ne temam in.”

 

Herwiha Şeyhmus Tanrikulu destnîşan kir: “Hin îdia hene ku dest danîne ser dîmenên rojnamevanan. Eger hêzên ewlehiyê vê yekê kiribin, divê lêpirsîn were destpêkirin. Li ber çavan e ku kuştina wî mexsûs e.”