Li Çewlîk û Mûşê li dijî HDP û DBPê operasyon

24-03-2017
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistan Çewlîk Mûş HDP DBP Operasyon Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Çewlîkê, Hevseorkên HDPê tevî 2 kesên din hatin girtin û li Mûşê jî hevserokek DBPê tevî 19 kesên din hatin desteserkirin.

 

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li dijî Partiya Demokrataîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de li her du parêzgehên Çewlîk û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê pêk anîn.

 

Li Çewlîkê Hevserokên HDPê hatin girtin

 

Di çarçoveya operasyonên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê yên li dijî PKKê de Hevserokên HDPê yên Parêzgeha Çewlîkê, Mahmut Bozan û Zerin Berdibek li gel Serokê Meya-Derê Şube Cengiz Turan û serokê berê yê Egitim-Sen Metin Kiliç hatibûn desteserkirin.

 

Piştî bidawîbûna lêpirsîna wan, duh hatin şandin bo dadgehê.

 

Piştî ku îfadeya her 4 kesên desteserkirî li dozgeriyê hatin wergirtin, hatin şandin bo dadgeha nobedar û piştre jî biryara girtina wan hat dayîn.

 

Li Mûşê 20 DBPyî hatin desteserkirin

 

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê herwiha li parêzgeha Mûşê jî operasyonek li dar xistin.

 

Walîtiya Mûşê di daxuyaniyekê de aşkera kir, ku di çarçoveya lêkolînên li ser dosyaya PKK/KCKê de, hêzên ewlehiyê operasyonek li gundên Erdogan û Derince yên ser bi navçeya Varto pêk anîn û di encamê 20 kes hatin desteserkirin.

 

Li gorî agahiyan, hemû kesên girtî endamên Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) ne ku Hevserokê liqa Mûşê ya DBPê Faruk Uygur jî di nav desteserkiriyan de ye.

 

Hat ragihandin, ku dadgehê biryara girtinê bo 7 kesan re diyar kir, ku Hevserokê liqa Mûşê ya DBPê Faruk Uygur jî di nav wan kesan de ye. Herwiha 13 endamên din ên DBPê bi mercê dadî hatin berdan.

 

Kesên girtî bi endambûna di rêxistina terorîstî û propagandaya ji bo PKKê hatine tohmetbarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst