ENKSê ji ber gotinên Zuibî danûstandinên Jenêvê baykot kir

Navenda Nûçeyan – ENKSê li hember sivikatî û bêrêziyên Serokê Şanda Dijbereya Sûriyê Esed Zuibî derheqê Kurdên Rojavayê Kurdistanê de bertek nîşan da û beşdarî di danûstandinên Jenêvê de baykot kir.

 

Serokê şanda Dibereya Sûriyê di danûstandinên Jenêvê de Esed Zuibî axavtinên kirêt gotibûn Kurdan û gelelk sivikatî bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê kiribû.

 

Esed Zuibî gotibû, Kurd berê xwe davêtin ber bextê Serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed  daku wan weke mirov bihesibîne, lê niha zêdegaviyan dikin û li ser “xwîna gelê Sûriyê” federalîzmê û dewletê dixwazin.

 

Zuibî herwiha behsa herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê jî kiribû û bajarê Kobanî wek bajarekî Erebî bi nav kiribû û gotibû, Kobanî bi 10 pêşmergeyan nehat rizgarkirin, belku çekdarên Dijbereyê ew bajar ji destê DAIŞê rizgar kirin.

 

Esed Zuibî li ser nifûsa Kurdan li Sûriyê jî diaxive û tekez dike, ku rêjeya Kurdan li Sûriyê tenê %1 e.

 

Axavtinên kirêt û bêrêziyên Zuibî rastî nerazîbûnên berfireh ên Kurdan hat.

 

Li hember wan axavtinên Esed Zuibî, Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bertekek tund nîşan da.

 

ENKSê ragihand, ku ji ber wan axavtinên sivik û bêrêziyên Serokê Şanda Dijbereyê, nûnerên ENKSê li Jenêvê beşdarî civîna îro ya Dijbereyê û Nûnerê Netewyên Yekbûyî Staffan de Mistura nebûn.

 

 

Nûnerê ENKSê di şanda Dijbereya Sûriyê de Fuad Elîko li Jenêvê gotinên Serokê şanda Dijbereyê Esed Zuibî derheqê Kurdên Rojavayê Kurdistanê de bi tundî şermezar kir û ji Rûdawê re ragihand: “Em ji ber helwesta nijadperestî ya Serokê Şanda Dijbereyê beşdarî civîna Dijbreyê û Staffan de Mistura nebûn û wan civîn baykot kir.”

 

Fuad Elîko got, wan ji Dijbereyê xwastiye, Esed Zuibî ji serokatiya şanda Dijbereyê were dûrxistin û bi awayeke fermî jî helwesta xwe li ser axavtinên Zuibî rabigihîne.

 

Piştî wan gotinên Zuibî, dibe ku eger Zuibî lêborîneke fermî nexwaze û Dijbereya Sûriyê wî ji seroaktiya şanda dansûtandinê dûr nexe, ENKS helwesta xwe li ser beşdarbûn di şanda Dijbereyê û danûstandinên Jenêvê de biguhere.