11 xwendekarên zanîngehê hatin girtin
Navenda Nûçeyan - Li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê 11 xwendekarên Zanîngeha Îbrahîm Çeçen bi tohmeta ku propagandeya rêxistinê kirine hatin girtin.
Roja 20ê Adarê 11 xwendekarên endamê Komeleya Xwendekaran a Çiyayê Agirî li navenda Kar a Kemanlar di operasyonekê de hatibûn desteserkirin.
Piştî sê roj desteserkirinê, duh derketin pêşberî dadwer û bi tohmeta ku di daxuyaniyên çapemeniyê de piştgiriya rêxistinê kirine, beşdarî çalakiyên bîranînan bûne û endamên rêxistinê (PKK) ne hatin girtin.
Piştî dadgehkirinê her 11 xwendekar bo Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê hatin şandin.
Di van demên dawî de li gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi dehan xwendekar bi tohmetên cuda hatine girtin û rêxistinên mafên mirov jî di vê derbarê de nîgeraniya xwe tînin ziman.