Zaxo- 5 otomobîl li hev ketin (Wêne)


Zaxo (Rûdaw) – Li bajarokê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê, di encama bûyereke trafîkê de kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn.

 

Îro li Geliyê Zaxo yê nêzîkî bajarê Zaxo, 5 otomobîl li hev ketin.

 

Li ser bûyerê, rêveberê Ragihandina Trafîka Dihokê Azad Taha ji Rûdawê re got, îro li Geliyê Zaxo ji 5 otomobîl li hev ketin ku sê ji wan taksî bûn.

 

Azad Taha da zanîn, bûyer bi vî rengî çêbûye ku kamyonek bi lezatiyeke pir zêde hatiye û li otomobîlên din daye.

 

Li gorî agahiyên Taha, di bûyerê de şofêrê kamyonê jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn ku yek ji wan jin e, hemû birîndar jî rakirine nexweşxaneya Zaxo.