Parlamenterkî Îzlanda: Divê li Tirkiyê kurd mîna îradeyek siyasî bên dîtin

24-03-2014
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn a Parlamentoya Îzlanda Ogmundur Jonnasson, diyar kir ku pêwîst e gelê kurd wek hêzeke siyasî bê dîti û ji bo ku bikaribin xwe birêve bibin, divê tiştê pêwîst bên kirin.


Parlamenterê Partiya Çep a Îzlanda û Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn a Parlamentoya Îzlanda Ogmundur Jonnasson, ku têkoşîna rizgariya demokratîk a kurdan ji nêz ve dişopîne, ji DÎHA re axivî.

Jonasson got ku ew dizanin gelê kurd ji bo mafên xwe yên demokratîk û çandî têdikoşin û wiha dewam kir, "Di demên borî de ji ber şerê di navbera her du aliyan gellek kesan jiyana xwe ji dest dane. Em ji pêvajoya aştiyê ya ku Rêberê PKK'ê pêş xistiye, kêfxweşin."


Jonnasson got ku pêwîst e kurd mîna îradeyeke siyasî bên naskirin û ji bo ku bikaribin xwe birêve bibin divê tiştên pêwîst bên kirin.

Wî siyasetmedarê Ewropî wiha dewam kir, "Ji bo tevayî neteweyan mafên însanî yên civakî, çandî û demokratîk pêwîst in û ji bo gelê kurd bi heman awayî ne."

Jonnassson têkildarî mijara rêveberiyên herêmî jî got, "Li gor me mafên bingehîn ên şexsî û civakî yên tevayî mirovan hene. Bi vî awayî kurd dikarin bi rihetî wek rêveberiyên xweser xwe birêve bibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst