Maşallah Dekak
Amed (Rûdaw) – Şaredarên BDP’ê ji bo ku bikaribin di pêvajoya aştî û çareseriyê de bibin bersiv, dest bi civînê kirin. Di civînê de şaredar dê li ser xizmet û modeleke nû ya li gorî pêvajoyê bisekinin û nexşerêyeke xizmetgûzariyê derxin.
Hemû şaredarên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li Salona Konferansê ya Şaredariya Baglarê civiyan. Civîn dê du rojan dewam bike. Di civînê de dê şaredar li ser şêweyên nû yên xizmetê û modeleke nû ya li gorî pêvajoya çarserî û aştiyê bisekinin. Ji ber vê yekê li dîwanê pankarta “Bi Rêveberiyên Demokratîk û Azad Ber Bi Rizgariyê Ve” hate daliqandin. Di dîwanê de Parlamenterê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk cih girt. Çelîk ku ji rêveberiyên herêmî berpirsyar e, axaftina vekirinê kir.
Çelîk, bal kişand ku bi pêvajoya agirbest, paşvekişandin û diyaloga di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê de pêvajoya siyaseta demokratîk dest pê kiriye û xwest rêveberiyên herêmî jî li gorî vê pêvajoyê xizmetê bikin. Çelîk, destnîşan kir ku êdî di şûna çekan de dê siyaseta demokratîk bi pêş bikeve û divê şaredariyên BDP’ê jî bi xizmet û modela xwe ya xizmetê bibin mînak. Parlamenter Demîr Çelîk, destnîşan kir ew ê 2 rojan li ser şêwe, rêbaz û awayê xizmetê nîqaş bikin û wiha got: “Em dixwazin di vê pêvajoya rol û mîsyona xwe bi cih bînin. Divê em berpirsyariya xwe ya li hemberî vê pêvajoyê pêk bînin. Di qada siyasî û civakî de serobinoyeke mezin çêdibe. Awayên netewe-dewlet û dewletên unîter ji holê radibin, têk diçin. Tevgera azadiya gelê kurd teşe dide vê pêvajoyê û rola xwe ya dîrokî bi cih tîne.”
Demîr Çelîk, bal kişand ku di xwezaya desthilatdariyê de hegomonya heye û divê ew ji AK Partiyê tiştekî hêvî nekin û ew bi destê xwe têkoşîna xwe ya bidestxistina mafan bidmînin. Çelîk, got di nava çend mehan de dê xebatên makeqanûneke nû bên temamkirin û ew dixwazin ziman, nasname û çanda kurdan bi awayeke qanûnî bê mîsogerkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse