Mazlûm Ebdî peyamek arasteyî Serok Barzanî kir

24-02-2024
RÛDAW
Nîşan Mazlûm Ebdî Serok Barzanî Zekiya Mela Mistefa Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ji ber wefata xwişka wî Zekiya Mela Mistefa Barzaniyê ji Serok Mesûd Barzanî re sersaxî xwest.

Xwişka Serok Barzanî, Zekiya Mela Mistefa Barzaniyê ku ev demek e tedawî dibû duh li Nexweşxaneya Hewlêrê koça dawiyê kir.

Fermanderê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî ji ber koçda dawî ya Zekiya Mela Mistefa Barzaniyê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek arasteyî Serok Barzanî kir û hevxemiya xwe nîşan da.

Mazlû Ebdî di peyama xwe de got:

“Me bi xemgînî agahiya koçkirina xwîşka Serok Mesûd Barzanî, Zekîya Mela Mistefa Barzanî, bihîst. Bila serê Kak Mesûd û tevahîya malbatê sax be. Xwedê dilovaniya xwe lê bike û ruhê wê şa bike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst