Hingivê Bedlîsê li Parîsê xelata ‘Hingivê Zêrîn’ wergirt

24-02-2024
RÛDAW
Hingivê Bedlîsê li Parîsê xelata ‘Hingivê Zêrîn’ wergirt
Hingivê Bedlîsê li Parîsê xelata ‘Hingivê Zêrîn’ wergirt
Nîşan Bedlîs Hingiv Parîs Xelata Zêrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hingivê Bedlîsê di Pêşbaziya Hingiv a Navneteweyî de li Parîsa paytexta Fransayê xelata "Hingivê Zêrîn" wergirt.

Parêzgeha Bedlîsê bi hingivê xwe yê bi tam û xwezayî gelekî navdar e.

Hinigivê wî bajarê Bakurê Kurdistanê sînor derbas kirine û bûye markeyeke cîhanî.

Serdar Nevzat Ersanê li Bedlîsê karê hingivî dike, destnîşan kir ku bi hingivê xwe serî li pêşbaziya li Parîsê dane.

Serdar Nevzat Ersan diyar kir di pêşbaziyê de ji 45 dewletan bi qasî 200 cure hingiv hatine nirxandin.

Xwediyê mêşên hingivî Nevzat Esan got:

“Hingivê Bedlîsê di pêşbaziya li Parîsê da xelata Hingivê Zêrîn wergirt. Hingivê Bedlîsê ji sedî 100 xwezayî ye û ti maddeyek di berhemanîna wê de nayê bikaranîn, ji ber wê jî xelata yekem wergirt.”

Ersan hewiha got ku gaktora herî mezin a ku hingivê wan bi nirx û bê mînak dike, zozanên li herêmê ne.

Bi gotina Ersan li zozanên wan derdora hezar û 200 riwekên xwecihî û bi şîfa hene.

Ersan herwiha destnîşan kir par jî li Londona paytextê Brîtanyayê xelata "Hingivê Zêrîn" wergirtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst