Li Şirnexê polîsan êrişî civîna DEM Partiyê kir: 4 ciwan hatin desteserkirin

24-02-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex DEM Partî Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê hêzên ewlehiyê êrişî civîna gel a DEM Partiyê kir û 4 ciwan piştî   şkence û lêdanê desteser kirin.

DEM Partiyê îro di çarçoveya xebatên hilbijartinên 31ê Adara 2024an de li parêzgeha Şirnexê civîneke hevdîtina bi gel re saz kir.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di civînê de beşdar bû û hejmareke zêde ya welatiyan çûn pêşwaziya wî.

Li gorî zanyarî û dîmenên li ser medyaya civakî belav bûne hêzên ewlehiyê midaxeleyî çalakiya DEM Partiyê dikin û şkence li hejmarek jin û ciwanan kirin.

Hêzên ewlehiyê herwiha 4 ciwan jî piştî lêdan û şkenceyê desteser kirin.

Rojnameger Medîne Mamedoglu beşek ji dîmenên wê midaxeleya polîsan a ciwanên Şirnexî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirin û anî ziman:

“Dema me hewl dida dîmenên şkenceyê tomar bikin, em rojnameger jî rastî tundûtûjiyê hatin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst